‘Ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriya Tirk em ê şerê gel ê şoreşgerî bikin’

Di xwepêşandaneke girseyî de şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û diyar kir ku ji bilî berxwedanê û şerê gel ê şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê, ji bo parastina xak û destkeftiyan tu vebijêrk tune ne.

‘Ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriya Tirk em ê şerê gel ê şoreşgerî bikin’
18 tebax, 2022   11:07
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina qada hewayî, îro xelkê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Sûriyê dest pê kir. Beşdaran pankartên "Terora dewleta Tirk a li ser jinan rawestînin", her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandan li kolanên sereke yên navçeyê geriya. Di xwepêşandanê de rêveberê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Îmad Biro axivî û wiha û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên berdewam ên bi balafirên bêmirov, ewlehî û aramiya herêmê têk dide. Ew jî ji bo valakirina herêmên me ji niştecihên wê yên resen û ji nû ve vejandina Osmaniyan e. Her wiha bi mebesta hilweşandina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, van êrişan pêk tîne."           

Îmad Biro got: "Li pêşiya gelên herêmê ji bilî berxwedanê û amadekariya li gorî şerê gel ê şoreşgerî, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û yekitiya xakê, tu vebijêrk tune ne."

Di dawiya axaftina xwe de bang li "dewletên garantor" ên li herêmê kir ku qada hewayî bigirin da ku êrişên dagirkeriya Tirk ên hovane rawestin.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA