Yekitiya Jinên Ciwan: Em ê li hember dîktatoriya Tirk li ber xwe bidin

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firat têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û diyar kir ku “Em ê li dijî dagirkeriyê bi şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikievin û em ê li hemberî her cure dagirkeriyê şer bikin.”

Yekitiya Jinên Ciwan: Em ê li hember dîktatoriya Tirk li ber xwe bidin
18 tebax, 2022   10:14
KOBANÊ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Firat Rozîv Bûşrî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike û gelên wê ji koçber bike. Her wiha dagirkerî êrişî çiyayên azad jî dike û bi çekên kîmyewî êrişên hovane yên derveyî mirovahiyê dike, lê li hemberî îradeya gerîla tu carî nikare bi pêş de biçe.”

Hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker koçberkirina gel û valakirina herêman e û hate gotin: “Dewleta Tirk herî dawî di 16’ê Tebaxê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin. Em ê bi rêbaza şerê gel ê şoreşgerî ku rêber Apo destnîşan kiriye, li ber xwe bidin û bi şerê gel ê şoreşgerî şer bikin.”

ANHA