​​​​​​​Li Derayê welatiyek hate kuştin

Li bajarê Derayê ku tev li "lihevkirinên" hikumeta Şamê bûye, tevlihevî û krîz heye. Îro jî li rojavayê Derayê cenazeyê kesekî kuştî hate dîtin. Her wiha mayinek li bajarokê Dail ê Dera Ewset teqiya.

​​​​​​​Li Derayê welatiyek hate kuştin
18 tebax, 2022   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Şehab ê li rojavayê Derayê cenazeyê welatiyekî ku bi guleyan hatiye kuştin, hate dîtin. Lê tu agahiyên li ser nasnameya kuştî bi dest neketin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê, kesê hatiye kuştin ji "Muxaberat Cewiyê" ya hikumeta Şamê re dixebite. Li gel cenaze kaxizek hebû û li ser hatibû nivîsandin "Aqûbeta her ajanekî Muxaberat Cewiyê ev e”.

Di heman demê de li bajarokê Dail ê Dera Ewset mayinek teqiya û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Duh jî, piştî nêzî 8 mehan ji revandina ciwanekî ji hêla kesên nenas ve, cenazeyê wî li herêma Lucat a Derayê hate dîtin. Ciwan ji gundê Xersa yê Lucat e.

(fr)