Rojnameyên erebî: Blok û partiyên siyasî yên Iraqê bang li Sedr kir ku tev li diyalogê bibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa bangên blok û partiyên siyasî yên ji Sedr re ku tev li diyaloga nîştimanî bibe, her wiha behsa destûra nû ya Tûnisê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Blok û partiyên siyasî yên Iraqê bang li Sedr kir ku tev li diyalogê bibe
18 tebax, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BANGÊN IRAQÊ JI TEVGERA SEDR RE JI BO TEVLÊBÛNA LI DIYALOGÊ’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Blok û tevgerên siyasî yên Iraqê duh bang li Tevgera Sedr ku tev li diyaloga nîştimanî bibe ku mekanîzmeya çareseriya giştî deynin. Ji ber dikeve xizmetî berjewendiyên gelê Iraqê û armancên wî. Her wiha di encama civîna li ser banga serokê hikumetê Mistefa Kazimî de ya bi beşdariya nûnera giştî ya NY՛yê li Iraqê  Jeanine Hennis-Plasschaert bi hêzên siyasî yên nîştimanî yên Iraqê re hate gotin ew bi rêgezên nîştimanî ve girêdayî ne, divê çareyek ji krîzan re bi rêya diyalogê were dîtin, da ku yekitiya Iraqê, gel û îstîqrara wê were parastin û sîstema destûra demokratî mayînde bibe.

Beşdarên civînê bang kir ku divê em careke din berê xwe bidin sendoqên hilbijartinê, dema krîzên siyasî digihînin rêyên xetimî.

Beşdaran bang li Tevgera Sedr kir ku tev li diyaloga nîştimanî bibe da ku mekanîzmeyên çareyên giştî werin danîn ku bikevin xizmetî berjewendiyên gelê Iraqê û pêkanîna armancên wî. Her wiha beşdaran bang kir ku tevahî şêweyên rageşiya meydanî, çapemenî û siyasî werin bidawîkirin û divê saziyên dewletê werin parastin û li nîqaşên nerm dûrî şantajan vegerin."

‘DESTÛRA TÛNISÊ BI KETINA PRATÎKÊ RE RENGÊ YA BERÊ DIGIRE’

Der barê rewşa Tûnisê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Bi ragihandina encamên dawî yên refandoma gel re, destûra nû ya Tûnisê keta pratîkê. Ev jê tê wateya ku Tûnis bi fermî derbasî merheleyeke nû bû û bi xwe re rêxistinbûyîna 10 salan û destûra 2014՛an ku hate rexnekirin, bi dawî kir.

Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Tûnisê, şeva sêşemê ragihand ku wê bi rêjeya ji sedî 94,6 xwe spart destûra nû. Ew jî piştî hemû îtîrazên li ser encamên refandomê red kirin.

Bi dema hefteyekê derbas nake, dê serokê Tûnisê Qeys Seîd beriya rojnameya fermî belav bike, destûrê îmze bike.

Çavdêran da zanîn ku ketina destûra nû ya pratîkê derbeya li dijî muxalefetê ye, di serî de Tevgera Nehda ku li ser binkeftina refarandomê xebitî û bi rêya îtîrazê guman li ser encamên wê kir.

Destûra nû, berovajî destûra 2014՛an, gelek mafan dide serokê komarê.

Di naveroka destûra nû de îzolekirina serokkomarê yê ku desthilata rêveber bi alîkariya serokê hikumetê û wezîran bi kar tîne û ew wan erkdar dike, tune ye."

‘MILÎSÊN DEBÎBE JI NÛ VE XWE LI TERABLUSÊ BI CIH DIKIN’

Li ser rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Hêz û milîsên çekdar ên girêdayî hikumeta "Wehde El-Weteniye" ya demkî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe ji nû ve endam û alavên xwe li paytexta Lîbyayê Terablusê belav kirin. Ew gav jî gavên pêşîn in û ji bo rawestandina çi hewlên nû yên milîsên alîgira ‘Hikumeta Îstîqrarê’ ya bi serokatiya Fethî Başaxa ya derbasbûna li bajêr e.

Şaxê yedek ê hêzên li dijî terorê yê girêdayî hikumeta Debîbe bi daxuyaniyekê got şeva berê gelek hêz li balafirgeha navneteweyî ya Terablusê belav kirin, da ku herêmên başûrê Terablusê û avahiyên zindî biparêzin.

Tevî ku ev tevgera dawî tirsek di nava welatiyên li herêmê de çêkir, şaxê yedek diyar kir ku wê hêzên xwe li gorî plana ewlehî ya parastina herêmê, aşît û ewlehiya welatiyan belav kir, her wiha da ku pêşî li şer were girtin."

(fr)