Dayikên ji Amûdê: Welatparêzî hezkirina welat e, tekoşîna li hember êriş û planên dijmin e

Dayikên ji navçeya Amûdê da zanîn ku bi erka welatpareziyê dê êriş û planên dagirkeran têk bibin û got “Welat bê berdêl nabe, dê şehîd jî çêbin û em ê berdêlên giran jî bidin ku em bikarin welatê xwe biparêzin.”

Dayikên ji Amûdê: Welatparêzî hezkirina welat e, tekoşîna li hember êriş û planên dijmin e
18 tebax, 2022   01:41
QAMIŞLO- DELÎLA GABAR

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê piştî civînên Tehran û Soçiyê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di demên dawîn de gundên kantona Qamişloyê tên hedefgirtin ku di encama êrişan de welatiyên herêmê şehîd ketin û birîndar hene. Yek ji wan navçeyan ku ev 3 roj e rastî topbarana dagirkeran tê, Amûdê ye.

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dayikên ji navçeya Amûdê li hember gef û êrişên dagirkeriyê ji ajansa me re axivîn.

Dayika bi navê Cîhan Ehmed diyar kir ku welatparêzî erka hebûna wan e û got: “Yên îro ku direvin diçin dewletan û li wan cihan dibêjin em welatparêz in, ew ne welatparêzin. Yên wiha welatên xwe difiroşin. Welatparêzî ew e ku tu di welatê xwe de tê bikoşî, ax û şehîdên xwe biparêzî, li ser şopa şehîdên xwe bimeşî, xaka xwe ji dagirkeran re nehelî û nekevî bin bandora şerê derûnî yê dijmin. Îro ji me tê xwestin em bi hêzên xwe yên leşkerî re mil bi mil tê bikoşin û li hember êrişan bisekinin.”

`WELATÊ ME HEBÛN Û PÊŞEROJA ME YE`

Cîhan Ehmed, bal kişand li ser rol û misyona dayikan û wiha pê de çû: “Dema dijmin êrişî xaka me dike, ciwan û jinan dikin hedef. Bi van êrişan jî dixwazin tirsekê bixe nav me, lê belê em bi axa xwe ve girêdayî ne. Wekî rêber Apo gotiye `Ger dinya bi giştî êrişî me bike, em ê bersivê bidin lê belê em êrişî tu kesî nakin.` Em ê her tim li kêleka şervanên xwe bin, em tu caran axa xwe bernadin. Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin, xwedî li welatê xwe derkevin. Ji ber ku welatê me rûmet, hebûn û pêşeroja me ye.”

Cîhan Ehmed bang li hemû dayikên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Dayik bila li pêşiya zarokên xwe nebin asteng ku tev li refên parastinê bibin. Gava ku ez îro welatê xwe biparêzim ez xwe diparêzim, banga min ji tevahî jinan re heye ku xwe fêrî çekan bikin, ji bo ku xwe û welatê xwe biparêzin. Îro hevjîn û kurê min di eniyên pêş de ne, nikarin werin min biparêzin, pêwîst e ez xwe biparêzim. Ez ê xwe, heval û cîranên xwe biparêzim. Divê her kes xwedî li rol û mîsyona xwe ya parastina welat derkeve, xwedî li fikir û felsefa rêber Apo derkeve.”

`GER ME PARASTINA WELAT KIR EM Ê BIBIN MÎNAK`

Dayika bi navê Nûra Gêlo bal kişand ser girîngiya welatparêziyê bi taybet di pêvajoya heyî de û wiha axivî: “Welatparêzî ew e ku tu xwedî li mal, gund û xaka welatê xwe derkevî. Îro çi bikeve ser milê me ji bo xaka me divê em bikin. Divê ez xwedî li xeta zarokê xwe, şopa şehîdên xwe û xwedî li şervanên welatê xwe derkevim. Dema me îro welatê xwe parast wê tevahî civak çav li me bike, xwedî li erka xwe ya welatparêzî derkeve. Niha welatê me bindest e. Em bi vîna xwe welatê xwe rizgar nekin, em ê her tim di bin zilm û zora dijmin de bin û koleyên xelkê bin.”

‘HEYA DILOPEKE XWÎNA ME HEBE EM Ê LI WELATÊ BIN’

Dayika bi navê Newroz Elî got li hember êrişên dagirkeran dem dema fedakariyê ye û wiha dewam kir: “Heya roja îro hinek kesayet hene bi erka xwe ya welatparêziyê tev nagerin, berovajî ez dikarim bêjim ew kesên ku xizmetê ji gelê xwe re neke û dijminahiya gelê xwe bike, ew nabe welatparêz, ew welatfiroş e. Welatparêzî hezkirina welat e, tekoşîna li hember êriş û planên qirêjî yên dijmin e. Divê em wekî malbatên welatparêz fedakariyeke mezin bikin û em bigihêjin welatekî azad û aram. Ji bo em bigihêjin armancên xwe divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Çawa dayik û bavê me em li ser heskirina welat mezin kirine, îro ji me tê xwestin em zarokên xwe jî bi wê heskirina welat mezin bikin, heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em axa xwe bernadin û em ê hîn zêdetir bi erka xwe ya welatparêziyê rabin û parastina çand, axa xwe bikin.”

Newroz Elî, wiha dawî li axiftina xwe anî: “Çi qasî dijminê me bi planên qirêj û êrişên xwe yên dagirkeriyê ku bi armanca siyaseta xwe ya qirkirinê û tunekirinê li ser me dixwaze bide meşandin, em ê bi tekoşîn, girêdan û bi heskirina xwe ya welat bersiv bidin. Em ê planên wan tune bikin. Bangewaziya min ji tevahî jinan re ew e ku tu carî dev ji mal, ax û bajarê xwe bernedin.”

ANHA