​​​​​​​Pêkhateyên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf bûn

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Erka Xweparastinê Riyad Ehmed Esaf bûn ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk de şehîd bûbû.

​​​​​​​Pêkhateyên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf bûn
​​​​​​​Pêkhateyên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf bûn
​​​​​​​Pêkhateyên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf bûn
​​​​​​​Pêkhateyên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf bûn
​​​​​​​Pêkhateyên kantona Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf bûn
17 tebax, 2022   11:58
QAMIŞLO

Bi sedan kes tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Riyad Esaf a li pêşiya mala malbata wî ya Taxa Xemir a navçeya Çilaxa ya Qamişloyê bûn.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Hemê di merasîma sersaxiyê de axivî û got: "Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser hemû pêkhateyan divê em asta têkoşînê bilind bikin û li hemberî siyasetên tirsandinê yên ji bo valakirina herêmê, hişyar bin."

Ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrika jî îşaret bi rola gel kir ku piştgiriya hêzên leşkerî dikin. Xêrika soza parastina gel da.

Endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên jî diyar kir ku dewleta Tirk û hevalbendên wê ji vîna jina azad ditirsin û wiha dewam kir: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser jinan, şikandina vîna wan e, lê êriş nikarin vîna jinan bişikînin û heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin."

Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre apê şehîd Hisên Esaf spasiya kesên tev li merasîma sersaxiyê bûne, kir û soza berdewamkirina têkoşînê da.

 Merasîm bi sloganên "Bijî berxwedana şehîdan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA