QSD’ê şehadeta 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ragihand

QSD՛ê ragihand ku di encama êrişa duh a balafiran bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê ya li gundewarên Amûdê de, 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûne.

QSD’ê şehadeta 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ragihand
17 tebax, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Duh, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê li gundewarê Amûdê kir armanc, di encamê de 4 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl da birîndaran bibin nexweşxaneyê jî birîndar bûn. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker asta topbaran û êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê bilind kir, di encamê de zarokek şehîd bû, 4 welatî jî birîndar bûn ku di nav de jin hene.

Asta bilindkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi awayekî yekser armanckirina herêmên tê de şênî hene, careke din sûc û binpêkirina wê ji tevahî lihevkirin û peymanên navneteweyî re eşkere dike û divê helwesteke neteweyî li hember vê yekê were nîşandan û dagirker ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî werin derxistin.

Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin û careke din teqeziyê bi parastina rewa ya gel û xaka xwe dikin û soza tolhildanê bi hemû rêbazên leşkerî yên guncaw didin şehîdên xwe."

(fr)