Rojnameyên erebî: Sedr kaxiza xwepêşandanê bi paş xist

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa bipaşxistina xwepêşandana li Iraqê, rewşa Sûdanê û destûra nû ya Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî: Sedr kaxiza xwepêşandanê bi paş xist
17 tebax, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SEDR BIKARANÎNA KAXIZA ‘MILYONIYA ŞEMIYÊ’ BI PAŞ XIST’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El Ereb wiha nivisî: "Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, roja sêşemê ragihand ku xwepêşandana girseyî ku banga wê kiriye roja şemiyê li Bexdayê li dar bikeve, heta demeke din bi paş xist. Di heman demê de çavdêr dibêjin ku Sedr dizane ku "Milyoniya Şemiyê" kaxizeke tenê carekê tê bikaranîn. Ew jî ditirse ji dest bide, ji ber wê bi paş xist da ku di demeke guncaw de bi kar bîne.

Çavdêrên iraqî da zanîn ku Sedr ne bawer e ku girseya gel bihêle hevrikên wî yên ji Çarçoveya Hemahengiyê radestî rewşa heyî bibin, rakirina parlamentoyê qebûl bikin û tedbîrên ji bo hilbijartinên nû bigirin.

Alîgirên Sedr ji 30՝ê Tîrmehê ve li qadên parlamentoya Iraqê xwepêşandanan li dar dixin, di heman demê de alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê ji beriya 5 rojan ve xwepêşandanên dijber li Herêma Kesk li dar dixin.

Sedr banga rakirina parlamentoyê, lidarxistina hilbijartinên qanûnsaz ên pêşwext dike, li hember wê jî Çarçoveya Hemahengiyê banga avakirina hikumetê û vegera li parlamentoyê kir."

‘PIŞTÎ RAGIHANDINA ENCAMÊN DAWÎN DESTÛRA NÛ YA TÛNISÊ DIKEVE PRATÎKÊ’

Li ser rewşa Tunisê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Ji dema ragihandina encamên dawîn ên referanduma gel anku şeva sêşemê ve, destûra nû ya Tûnisê kete pratîkê.

Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên destpêkê yên hatine ragihandin, qebûl kirin û bi destûra di raferanduma 25՛ê Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 94,6 pêk hatiye, qebûl kir.

Piştî dadgeha rêveberî îtîrazên rêxistina "Ena Yeqiz" û 2 partiyên muxalifên serokê Qeys Seîd li ser encamên dawî red kirin, ew encam hatin ragihandin.

Li gorî qanûnên di destûra nû de, destûr ji dema ragihandina encamên dawî ji hêla Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve dikeve pratîkê. Piştî wê serok îmze dike û di rojnameya fermî de tê weşandin.

Di destûra nû de sîstem dibe ya serokatiyê, bi wê re serok dikare serokê hikumetê û endamên wê erkdar bike.

Gava piştî wê ya ji nexşeya siyasî ku serok Seîd ji dema ragihandina tedbîrên awarte yên beriya salekê ve, lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê di 17՛ê Kanûna bê de ye."

'SÛDAN: HEVALBENDÊN ARTÊŞÊ GUHARTINÊN LI SER ‘BELGEYA DESTÛRÊ’ PÊŞKÊŞ KIRIN’

Li ser rewşa Sûdanê jî rojanmeya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Hêzên Azadî û Guhartin û Koma Tewafuq El-Wetenî nîşaneyên ragihandina destûrê ku dê di çend rojên bê de werin pêşkêşkirin, eşkere kirin. Her wiha got ew bi tedbîrên guhartinên li ser belgeya destûrê ve girêdayî ne ku encama lihevkirina siyasî yên di navbera welatî û leşkeran de di 2019՛an de pêk hatiye.

Ragihandina siyasî ku hêzên guhartinê erê kiriye, diyar kir ku pêwîstî bi hebûna têkiliyeke hevseng di navbera aliyên leşkerî û sivîl de heye û hemû kesên ji aliyê Dadgeha Sûc a Navneteweyî ve tên xwestin, werin darizandin, ên herî girîng jî Omer El Beşîr û cîgirên wî ne.”

(fr)