Konferansa 8`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê dest pê kir- HATE NÛKIRIN

Konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi dirûşmeya “Li ser şopa şehîdan bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin” li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir.

Konferansa 8`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
17 tebax, 2022   07:41
ŞEHBA

Konferansa 8`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Efrînê bi dirûşma "Li ser şopa şehîdan bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin" li Hola Mîtan a di navçeya Ehdasê ya girêdayî kantona Şehbayê dest pê kir.

Hola konferansê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Kobanê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

250 delegeyên ji endamên meclisên malbatên şehîdan ên herêma Efrînê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl ên li herêmê, beşdarî konferansê bûne.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo û Fewzî Mistefa, ji rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Ehmed û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Piştre axaftina destpêkê ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Sureye Hebeş ve hate kirin. Sûreye bixêrhatina beşdaran kir û konferansa 8`emîn pîroz kir.

Piştre dê ji aliyê hevseroka berê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger ve axaftin were kirin.

Li gorî bernameya konferansê, tê payîn ku rapora du salan a Meclisa Malbatên Şehîdan û rêzikname bên xwendin û hevserokên nû ji bo meclisê werin hilbjiartin.

ANHA