'Çiqas êriş dijwar bin, em ê Til Rifetê biparêzin'

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê diyar kir ku ew amade ne li hemberî planên dagirkirinê yên dewleta Tirk herêma xwe biparêzin.

'Çiqas êriş dijwar bin, em ê Til Rifetê biparêzin'
17 tebax, 2022   06:44
ŞEHBA – XANDΠ ELO

Gef û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Rifetê  didomin ku zêdetirî 22 hezar kes ji niştecihên resen û koçberên ji herêmên din ên Sûriyê lê dijîn. Li hemberî van êrişan şênî diyar dikin ku ew amade ne xwe ji êriş û planên dagirkeriyê û dorpêça hikumeta Şamê biparêzin.

Li ser vê yekê şêniyên kantona Şehbayê xendeqan dikolin,  jêrzemînan amade dikin û dewreyên perwerdeyê yên li ser destwerdana lezgîn digirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan got: "Tirkiyê gefên xwe dûbare dike ku em xeteriyê li ser ewlehiya wê ya neteweyî dixwin. Komkujî li dijî sivîlên Efrînê pêk anîne û bi sedan kes şehîd xist. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cûre zext û zulmê li ser şêniyên ku li kantona Efrîn a dagirkerî mane, dike."

2'yê Kanûna 2019'an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyek li Til Rifetê pêk anî, di encamê de 10 welatî, di nav de 8 zarok şehîd bûn.

Henan wiha domand: "Piştî ku em koçberî kantona Şehbayê hatin kirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sivîlan topbaran dikin. Niha dixwaze me tawanbar bike ku em xeteriyê li ser ewlehiya wê ya neteweyî çêdikin da ku senaryoya li Efrînê dûbare bike."

Di 23'yê Çileya 2020'î de jî dagirekran komkujiyeke din li Til Rifetê pêk anî, di encamê de 3 welatî, di nav de 2 zarok şehîd bûn.

Mihemed Henan îşaret pê kir ku di êrişên li ser Til Rifetê de zarok dibin hedef û wiha pê de çû: "Artêşa Tirk a dagirker her tim sivîlan dike hedef, du komkujî li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê pêk anîn, di encama van komkujiyan de 13 kes ku piraniya wan zarok in şehîd bûn. Dewleta Tirk qala kijan terorê dike!''

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji van êrişan Henan wiha got: "Tirkiyê dixwaze demografiya herêmê biguhere, heger bajarê Til Rifetê dagir bike wê demografiyeke nû li herêmê pêk bîne mîna ku li Efrînê kir. Her wiha projeya bicihkirina milyonek penaber projeya guhertina demografîk e, ji ber ku yên dê werin bicihkirin ne ji vê herêmê ne. Tirkiyê îdia dike ku dê herêma ewle ava bike, lê em dibînin ku serçeteyên DAIŞ'ê li herêmên di bin dagirkeriya wê de hene, ev yek ji her kesî re eşkere ye. Tirkiyê dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û serdema Osmanî vegerîne."

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan bêdengiya Rûsya ya li hemberî kiryarên Tirkiyê şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta Rûsya qaşo garantor e li hemberî hedefkirina sivîlan û şehîdxistina wan de bêdeng e. Herî dawî 6 jinên ku ji bo peydakirina debara xwe ya rojan dixebitin, kir hedef. Her wiha bêyî sedem kilînka doktor Xelîl Hesen kir hedef.''

Mihemed Henan diyar kir ku ew bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hebûna me li Şehbayê û redkirina dagirkirina Efrînê berxwedan e, her wiha misogeriya rizgarkirina Efîrnê, ji ber ku em bi têkoşîna li dijî dagirkeran bawer in, çiqasî êriş li ser me dijwar bin, em dev ji Til Rifetê bernadin, em ê wê biparêzin."

(bb)

ANHA