Şervan û fermandarên Suryan: Em amade ne herêmên xwe biparêzin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tirsê bixe nav gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wan koçber bike da ku herêmê dagir bike. Şervanan destnîşan kir ku ew amade ne sînorên xwe ji êrişan biparêzin.

Şervan û fermandarên Suryan: Em amade ne herêmên xwe biparêzin
17 tebax, 2022   06:18
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide dîroka Osmanî ya tijî xwîn û komkujî bi rêya êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne. Di encama wan êrişan de hemû herêm û pêkhateyên wê; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen dike hedef.

Li hember van êrişan amadekariyên mezin ji aliyê gelê herêmê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê ve tên kirin.

Meclisa Leşkerî ya Suryan ya di bin sîwana QSD’ê de destnîşan kir ku parastina rewa mafê wan e da ku êriş û komkujiyên dewleta Tirk rawestînin.

Têkildarî mijarê, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryan ya navçeya Dêrikê, Nûh Îsa ji ajansa me re wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê gelê Kurd hedef digire, di heman demê de hemû pêkhateyên herêmê, perestgeh, mizgeft û dêran jî dike armanc, ji ber wê jî erkê me ew e ku em hemû pêkhateyan ji qetilkirin, koçberkirin û tundiyê diparêzin.”

Nûh Îsa wiha domand: “Piştî ku me dawiya DAIŞ’ê anî, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin, îro jî dixwaze biratî û ewlehiya li herêmê têk bibe û fîtneyan derxîne.”

Nûh Îsa destnîşan kir ku QSD’ê hêza yekane ye ya ku şerê DAIŞ’ê kiriye, ew nûnertiya gelê herêmê dike û wê ewlehiya herêmê peyda kiriye.

Di dawiya axaftina xwe de, Nûh Îsa got: “Em wek Meclisa Leşkerî ya Suryan ya di bin siya QSD’ê de, me soz da û em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo parastina sînorê xwe û ji bo azadî û rûmeta gelê herêmê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Her wiha, şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan ya Dêrikê, Jak Fuad da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe ewlehiya herêmê û tecrubeya Rêveberiya Xweser a serkeftî têk bibe.

Jak Fuad wiha domand: “Êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina deverên ewle bi wê armancê ne ku tirs bikeve nav şêniyan û ji herêmê koçber bibin, di encamê de herêmê vala bikin.”

Jak Fuad li hemberî êrişên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê banga hevgirtina bi QSD’ê re kir û diyar kir ku ew amade ne herêmê û gelên wê biparêzin.

(mh)

ANHA