Lêgerîna rêyekê ji bo derketina ji aloziya Sûriyê- Şukru GEDÎK

Lêgerîna rêyekê ji bo derketina ji aloziya Sûriyê- Şukru GEDÎK
17 tebax, 2022   00:38

Hîmên dîktatoriya Erdogan ên li Tirkiyê beriya 20 salan hatin danîn. Gav bi gav hate pêşxistin û gihaşte van rojan. Di sala 2002’yand e bi gelek dek û dolaban û veşartina rûyê xwe yê rast, gelek girse dan pey xwe û desthilat bi dest xist. AKP ji partiyekê wêdetir wek tevgereke 'dozê' hat nirxandin. Bi serkêşiya Erdogan, hemû civak tevî damezirînerên wê yên destpêkê, hatin xapandin. Her çend kesên ku ji AKP'ê veqetiyane nebêjin ku ew hatine xapandin jî, dibêjin AKP ji ‘dozê’ dûr ketiye.

Erdogan bi veşartina niyeta xwe ya rasteqîn, her kes ji bo armancên xwe yên takekesî bi kar anî. Şirîkatiya AKP-MHP'ê jî ji bo ku hev bi kar bînin, çêbûye. Neteweperestî ku Erdogan xwe zexm pê ve girtiye, ji bo wî pir girîng e. Hema bêje bi MHP'ê re bûye yek. Siberoja desthilatê bi vê tifaqê ve girêdayî ye, lê siberoja Tirkiyê tê tarîkirin. Li Tirkiyê tiştên xwecih û neteweyî êdî çi maye? Tirkiye wisa lê kirin ku êdî mirov nikarin lê bijîn. Merdan Yanardag pirtûkek li ser pêvajoya avabûna AKP'ê nivîsandibû û bi belgeyan aşkera kiribû AKP projeyek e. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji bo Tirkiyê çiravek e. Ev çirav di siyaseta Sûriyê de jî xuya bûye. Li Sûriyê êdî gihaştiye dawiyê.

Li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, di rojên dawîn de bertekên gel zêde bûn û daket kolanan û heta alên Tirkiyê şewitandin. Di rojevê de gelek nîqaş hene ku dibêjin 'dê ji niha û pê de çi bibe?' Hebûna Tirkiyê li Sûriyê diyar e. Li herêmên dagirkirî dirûşmên mîna 'Tirkiye bicehnime' tên berzkirin. Çeteyên ku difikirin li Idlibê herêmeke ewle ji xwe re dîtine jî di nav de, gelê li herêmên dagirkirî êdî fêm kiriye ku ji aliyê hikumeta Erdogan ve hatine xapandin. Niyeta wê ya li Sûriyê jî aşkera bûye.

Vir û derewan dike û li pey dek û dolaban e. Rêveberiyeke qirêjî çêkiriye ku ne li gorî berjewendiya Tirk, tirkitî û Tirkiyê ye jî û li qesra xwe desthilatdariya xwe didomîne. A rast, nasnameya olî ya kevneperest ku ew ferz dike jî sexte ye. Di binê vê nasnameyê de îstîsmareke mezin a olî heye. Argumana ku hikumeta AKP'ê herî zêde ji bo pêkanîna armancên xwe yên qirêjî yên li Tirkiyê yan jî Sûriyê bi kar tîne, dijminahiya Kurdan e. Tirkiye di dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan de gihaştiye qonaxeke tarî. Tu îzahateke wê jî nîn e.

Wêraniya li Sûriyê zêdetir kir, bi hezaran mirov kuştin û bi hezaran jî birîndar kirin. Bi hişmendî û zanebûn koçberiya komî û penaberî teşwîq kir û gelê Ereb kir amûrê polîtîkayên qirêjî. Wekî wezîra malbat û xizmetên civakî ya Tirk Derya Yanik jî got, ji bo dewleteke Kurdan ava nebe van penaberan xwedî dikin. Ji fobiyaya Kurdan siyasetê hildiberînin. Polîtakaya bikaranîna rezîlan, siyasetmedar û rêbeverên wê yên rezîl ji xwe re dîtine.

Li Sûriyê hewl didin bi rejîmê re diyalogekê deynin. Diyalog jî tê wateya bêçareseriyeke mezintir. Yanî dibêjin ew ê piştgiriyê bidin çareseriyekê ku rejîma Sûriyê bi ser Kurdan de biçe. Senaryoyeke din jî ew e ku komên selefî yên cîhadîst ku li herêmên dagirkirî bi cih kirie, bi QSD'ê re bide şerkirin, Kurdan qels bike û bi vî rengî Rêveberiya Xweser ji hev bixe û rejîmê ji nû ve bike desthilatdar. Êrişên hewayî û bejahî ku di rojên dawîn de zêde bûne jî bi vê armancê tên kirin. Gelek nîşan hene ku troykaya Astanayê li ser van êrişan di civîna Tehranê de li hev kiriye, her wiha di civîna Erdogan û Pûtîn a li Soçiyê de jî li hev kirine.

Lêgerîna rêyekê ya Erdoganê dîktator a derketina ji çirava Sûriyê, ji ber şert û mercan û tunebûna konjonktureke li gorî berjewendiyên wî ye. Her wiha ji bo Tirkiyê zirara wê ji kara wê pirtir e. Ti feydeyeke wê nîn e. Bicihbûna çeteyên DAIŞ, El Qaîde, El Nusrayê ku li Tirkiyê, ji bo siberojê rîskeke mezin e. Tirkiye dê tevî barekî ji Sûriyê derkeve. Derketin dê ji tehmînan zehmettir be.

Serpêhatiya Tirkan a li erdnîgariya Ereban kevn e. Heta Mustafa Kemal jî dema qala Ereban dike, bêzarbûna xwe tîne ser ziman. Osmaniyên ku xîlafet ji Misirê bi dest xist, bi navê parastina Axa Pîroz dest bi êrişeke mezin kir. Gelek serhildan bi şûran tepisandin. Mîna niha dibêjin 'Em birayên xwe yên Ereb pêşwazî dikin' û bi xwe dibêjin ku ew gelê Ereb ji bo armancên xwe yên xerab bi kar tînin. Ala xwe li herêmên ku dagir kiribûn çandin û li erdên xwe zêde kirin. Ereb berî hev dan, ji çeteyan re digotin Kuvayî Mîlliye ye û dan şerkirin, di êrişên dagirkerî û operasyonên din ên derveyî sînor de bi kar anîn û niha jî behsa xiyaneta Ereban dikin.

Serpêhatiya Sûriyê ya dewleta Tirk, tunekirina Kurdan û bikaranîna Ereban wek çeteyan e. Ji bo Tirkiyê dem dema terikandina gelê Ereb û çeteyan e ku mîna ji xwe re têr bi kar anîn. Hewl didin bi vî rengî ji çirava Sûriyê derkevin. Divê gelê Ereb û pêkhateyên din ên li Sûriyê kevneşopa dîrokî ya dewleta Tirk bibînin ku dagirker û mêtinger e û leşkerên devşirme xweş bi kar tîne û êdî teqez divê dawî li hebûna wê ya li Sûriyê bînin.

ANHA