ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2022
16 tebax, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, meş ji Qada Jina Azad dest pê bike, saet 10:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendanê ya HPC-JIN û Kongra Star di roja 6'an de li ber avahiya NY'yê ya li Qamişloyê dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tirsê bixe nav gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wan koçber bike da ku herêmê dagir bike. Şervanan destnîşan kirin ku ew amade ne sînorê xwe ji êrişan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê eşîra Neîm a Tebqayê, Mihemed El Neîmî, bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir û bang li wê û Meclisa Ewlehiyê kir ku van êrişan rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê MSD`ê Riyad Derar “lihevkirine Edene ya guhertî”, wekî bihaneyek ji bo dagirkirinê bi nav kir. Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo jî lihevkirin, wek serîtewandineke giştî û binpêkirina serdestiya Sûriyê bi nav kir. Her duyan ji ber senaryoyên xeter û wêranker a vê lihevkirinê li Sûriyê da hişyarî da. (BI WÊNE Û).

- Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê diyar kir ku ew amade ne li hemberî planên dagirkirinê yên dewleta Tirk herêma xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayê şehîd Pîr Xidir, Pîr Dexîl têkildarî birayê xwe got: “Ew ji zaroktiya xwe ve welatparêzek bû û jiyana xwe bi têkoşînê borand, her tim xwest xizmeta civak, ax, çand û baweriya civaka xwe bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Ji 6 salan ve projeya demokratîk  û rêveberiya xweser a li Minbicê di bin gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Pêkhateyên Minbicê diyar dikin ku ew ê bajarê xwe yê dîrokî biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Hîmên dîktatoriya Erdogan ên li Tirkiyê beriya 20 salan hatin danîn. Gav bi gav hate pêşxistin û gihaşte van rojan. Di sala 2002’yand e bi gelek dek û dolaban û veşartina rûyê xwe yê rast, gelek girse dan pey xwe û desthilat bi dest xist. AKP ji partiyekê wêdetir wek tevgereke 'dozê' hat nirxandin. Bi serkêşiya Erdogan, hemû civak tevî damezirînerên wê yên destpêkê, hatin xapandin. Her çend kesên ku ji AKP'ê veqetiyane nebêjin ku ew hatine xapandin jî, dibêjin AKP ji ‘dozê’ dûr ketiye.

- Li cîhanê komeke aloziyên siyasî, aborî, civakî û hawîrdorê, dozên girêdayî avhewa, germbûn, birçîbûn, ziwabûn û çolistanbûn heye. Bi awayekî bilez gelek nexweşî, pandemî û vîrûs belav dibin ku li ser jiyana mirov û tenduristiya wan û hemû zindiyên li ser rûyê erdê xeter in. Bi zêdebûna nakokî û şerên ne wekhev re di navbera dewlet û hikumetan de, ev alozî girêktir dibin ku ji aliyê zihniyeta desthilata netewdewletê û pergala kapîtalîzmê ve tên sepandin. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li jiyana mirov û koman dike. Ji lew ra dozên girêdayî avhewa û hawîrdorê û mirov li derveyî hesabên hikumetan û serok dewletan e.

ANHA