Leşkerên Îranê 12 kolber birîndar kirin

Leşkerên rejîma Îranê şeva borî li  bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê komek kolber gulebaran kirin û di encamê de 12 kolber birîndar bûn.

Leşkerên Îranê 12 kolber birîndar kirin
16 tebax, 2022   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Kolbernews’ê, hêzên leşkerî yên Îranê şeva borî li  bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê komek kolber gulebaran kirin. Di êrişê de 12 kolber birîndar bûn.

Heman malperê navê 5 kolberên birîndar bûne eşkere kiriye. Navê wan wiha ye: Mecburen Salam Mihemedzade, Erselan Rehmanî, Yusif Qîtasî, Fazil Ehmedî û Elî Abkar.