Muqteda Sedr: Xwepêşandana roja şemiyê hat taloqkirin

Serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr ragihand ku xwepêşdana “milyonî” ku dihat payîn şemiya bê were kirin, heta demek ne diyar hatî taloqkirin.

Muqteda Sedr: Xwepêşandana roja şemiyê hat taloqkirin
16 tebax, 2022   12:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em ê li dijî gendeliya we, refom û şoreşê bidomînin. Siyaseta we ya ku hûn hewl didin wek wê bimeşînin, nîşaneya îflasa we û îsrara we ya gendeliyê ye.”

Sedr di twitta xwe de ragihand ku dema xwepêşandana ku dihat payîn roja şemiyê bê lidarxistin, heta demeke nediyar hatî taloqkirin.

(cx)