Dagirkeriya Tirk êrişî 5 gundên din ên rojavayê Til Temirê dike

Artêşa Tirk a dagirker topbarana xwe li ser herêmê berfireh dike û 5 gundên din ên rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk êrişî 5 gundên din ên rojavayê Til Temirê dike
16 tebax, 2022   07:56
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Gozeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tewîl ê Asûran û Selmase yên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dike. Topbarana li ser gundê Tewîla yê rojavayê navçeyê jî berdewam dike.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku dagirker gundên navborî bi çekên giran topbaran dike û zirarên mezin di milkên welatiyan de çêbûne.

Êrişa li ser van gundan hemwextî topbarankirina 3 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û hedefgirtina navenda bajarê Kobanê û gundên li rojavayê Kobanê, pêk tê.

(cx)

ANHA