Ji bo bîranîna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê PYD’ê li Şedadê civînek li dar xist

Li ser bangewaziya PYD`ê şêniyên herêma başûr a Hesekê salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bi civîneke girseyî bi bîr anî.

Ji bo bîranîna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê PYD’ê li Şedadê civînek li dar xist
15 tebax, 2022   14:40
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeyên herêma başûr a Hesekê (Şedad, Erîşe, Mergede, Ebdan û Deşîşe) û endamên saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser, li hola Meclisa Navçeya Şedadê û kom bûn û salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê û şehîd Masûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anîn.

Di civîna ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xistiye de, endamê rêveber ê PYD’ê Mihêdî Dixêm semînerek li ser pêngava 15’ê Tebaxê û jiyana pêşengê wê Mahsum Korkmaz û têkoşîna çekdarî ya li dijî dagirkeriya Tirk li Bakurê Kurdistanê û sedemên ragihandina vê têkoşînê û şert û mercên ku herêm di wê demê de tê re derbas dibûn, da.

Dixêm anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê bandoreke mezin li gelê Kurdistanê û gelên azadîxwaz kir û got: “Bi saya fedakariya wan şehîdan gelê Kurd li seranserî Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistin û bi rêya wan doza Kurdî bi cîhanê hat nasandin. Gelê Kurd îradeya xwe ya parastina xwe û welêt nîşan dan.”

Dixêm wiha domand: “Şehîd Egîd bû sembola îradeya azad a li dijî zilm û dagirkeriyê, ji ber ku wî guleya yekemîn li dijî dagirkeriya Tirk teqand.”

Dixêm di semînerê de teqezî bi pêwîstiya şopandina gelên bindest rêya şehîd Egîd kir da ku bendên tirsê bişikînin û ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe bidin.

Dixêm her wiha anî ziman: “Divê em wek gelên herêmê li ser şopa şehîdan bin ji bo pêkanîna armanc û hêviyên wan û misogeriya projeya neteweya demokratîk.”

Di dawiya semînerê de, beşdaran teqezî bi girîngiya berxwedanê ji bo pêkanîna ewlehiyê, parastina mafan û destkeftiyan kir.

(mh)

ANHA