Dewleta Tirk bi balafiran êrişî çiyayên Metîna û Berwarî Bala kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rêze çiyayên Metîna û devera Berwarî Bala bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bi balafiran êrişî çiyayên Metîna û Berwarî Bala kir
15 tebax, 2022   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj Newsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro rêze çiyayên Metîna û devera Berwarî Bala bombebaran kirin.

Her wiha diyar kir li sînorên herêma Biradost jî gundên Bêrkme, çiyayê Bolî û Lolan hatin bombebarankirin. Heta niha jî der barê ziyanên êrişê de zanyarî bidest neketine.