Ji bo derûniya zarokan perwerdeya têkilî û ax hate dayîn

Komîteya Şilêr a Zarokan ji bo ku têkiliya zarokan bi axê re xurttir bikin û derûniya wan ji bandorên şer xilas bikin, perwerde dan destpêkirin.

Ji bo derûniya zarokan perwerdeya têkilî û ax hate dayîn
15 tebax, 2022   14:17
QAMIŞLO

Îro li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo Komîteya Şilêr a Zarokan ji bo zarokan perwerdeyek bi navnîşan “têkiliya zarokan bi axê re” vekir. Di çarçoveya vê perwerdeyê de bi dehan zarok beşdar bûn û wêne bi axê çêkirin. Ev perwerde li ser armanca bidawîkriina bandorê şerê heyî li ser zarokan hate destpêkirin. Tê payîn ku ev perwerde dê li her taxake bajarê Qamişlo were vekirin.

Têkildarî vê perwerdeyê, endama rêveber a Komîteya Şilêr a Zarokan Joliya Xelo diyar kir ku divê herkes xwedî li vê xebatê derkeve ku bandorên şer li ser zarokan bi dawî dike.

Joliya Xelo der barê perwerdeya ku ji bo zarokan lidar ketî ev tişt anî ser ziman: “Destpêkê em koma zarokan di hindirê komînan de ava dikin, paşê jî em bi wan zarokan re mijûl dibin.  Li gorî bernameya xwe, di her mehehê de em ê li taxekê de cihekî eyar bikin û bi koma li wê taxê re mijûl bibin. Me cara yekêm li taxa Hilêliyê destpê kir. Me ji bo perwerdeyê dibistanek eyar kiriye ku di wê dibistanê de em zarokan perwerde dikin. Li her taxekê de em ê di dibistanan de perwerde bidin. Îro bernameya me fêrkirin zarokan bi axê ye.”

DIVÊ EV XEBAT BIBE MALÊ HERKESÎ

Joliya Xelo, der barê armanca vekirina vê perwerdeyê de ev tişt got: “Her tim zarok dibin qurbanên şer. Li herêmên me şerek tê meşandin. Zarok jî di aliyê derûnî û fizîkî de pê bandor dibin. Ji ber vê jî em dixwazin zarokan vegerînin jiyana wan a ku xeyal dikin. Bi vî awayî hem têkiliyên zarokan bi gerdûnê re xurt dibe hem jî ji aliyê tendûristî ve enerjiya erênî werdigrin. Di keyfxweşiya zarokan de jî derket holê ku pêwîstiya zarokan bi vê heye. Lê divê hemû malbat û herkes bi vê xebatê re mijûl bibin. Herkesê ku zarokek bibîne divê pê re mijûl bibe û vê bandorên şer li ser wan rake.”

(hh)

ANHA