`Em ê li ser şopa şehîd Egîd berxwedana xwe bidomînin`

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di dema beşdarbûna xwe ya çalakiya konvedanê de, destnîşan kir ku ew amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin û soza berdewamkirina berxwedanê li ser şopa hemû şehîdan û şehîd Egîd (Masûm Korkmaz) nû kirin.

 `Em ê li ser şopa şehîd Egîd berxwedana xwe bidomînin`
15 tebax, 2022   14:04
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî li herêmê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star di 12’ê Tebaxê de, bi dirûşma “Dadmeniya we li ku ye?” li bajarê Qamişlo li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya konvedanê li dar xist.

Di roja çaremîn a çalakiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê beşdar bûn.

Di çalakiyê de Rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Cewahir Osman axivî û 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin. Ji bo sekna li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker erkê herî mezin ê Meclisa Malbatên Şehîdan e."

Cewahir her wiha bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê demeke dirêj e bi hev re dijîn. Dagirkeriya Tirk bi êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê û bi komkujî û qirkirinan, dixwaze vê tevna civakî xirab bike. Em Meclisa Malbatên Şehîdan amade ne ku li hember van êrişên dagirkeriyê bisekinin."

Cewahir Osman her wiha got: "Hemû şervanên azadiyê yên li seranserî Kurdistanê sond xwarine ku dê rêya berxwedanê ya şehîd Egîd (Masûm Korkmaz) bişopînin. Li ser rê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimînin û li hemberî her cure qirkirinê riya berxwedanê hilbijartine. Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin û ji dijmin re dibêjin ev ax û çand a me ye. Ew çiqasî hewl bidin jî, em dest jê bernadin û em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Cewahir Osman bal kişand ser bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Dagirkeriya Tirk li dijî me çekên kîmyewî û pêketî bi kar tîne û me di malên me de dike hedef. Dema ku em xak, dîroka xwe û destkeftiyên xwe yên ku bi fedekariya kur û keçên xwe yên şehîd bi dest ketine diparêzin. Mafê ti kesî nîne ku bosteke axa me dagir bike. Pêwîste gelê me li hember dagirkeriya dewleta Tirk her dem di amadebaşiyê de bin."

Her wiha di merasîmê de dayika şehîd Mihyedîn Gulo Şemsê Xan Gulo, axivî û salvegera 38`an a Pêngava 15’ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, şervanên çiyayên azadiyê û hemû beşdaran pîroz kir.

Şemsê Xan Gulo daxuyand ku dewleta Tirk nekarî fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û şervanên li çiyayên Kurdistanê tune bike, ji ber wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Şemsê Xan Gulo balkişand ser fedekariya şehîdan ku di encama wê de ewlehî û aştiya li herêmê heye û wiha domand: "Bi saya fedekariya şehîdên me; şehîd Mihyedîn, Djwar û Rêzan, em îro li vir li ser axa xwe bi azadî û bi rûmet dijîn. Ji ber ku axa Kurdistanê hêjayî van fedekariyan e."

ANHA