Rêveberiya Xwerser, Partiya Sûriya Pêşerojê û şêxên eşîrên Dêrazorê Komkujiya Şiêtat bi bîr anî

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê û eşîra Şiêtat salvegera 8`emîn a Komkujiya Şiêtat bi bîr anî. Hemwextî wê jî Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriya Pêşerojê komkujiya ku çeteyên DAIŞ pêk aniye şermezar kir û pesna rola QSD`ê ya rizgarkirina herêmê da.

Rêveberiya Xwerser, Partiya Sûriya Pêşerojê û şêxên eşîrên Dêrazorê Komkujiya Şiêtat bi bîr anî
15 tebax, 2022   13:38
DÊRAZOR

Îro salvegera 8`emîn a Komkujiya Şiêtat e ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî eşîrê pêk aniye û di encamê de zêdetirî hezar û 200 kes jê bûn qurban.

Bi sedan welatî û şêniyên eşîra Şiêtat a gundewarê rojhilatê Dêrazorê her wiha şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê û şêx û rûspiyên eşîrên herêmê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de rûspiyê eşîra Şiêtat Nasir Teram axivî û spasiya beşdaran kir.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Receb di merasîmê de axivî û diyar kir ku eşîrên herêmê bi rêya tevlêbûna di nava hêzên leşkerî de ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, piştgiriya xwe bi QSD`ê re teqez kir.

Receb anî ziman ku avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama hevgirtina pêkhateyên herêmê ye. Lê dijminan hewldanên xwe domandin da ku tevliheviyê di nava şêniyan û êlan de derxin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a rêveberiyê Hesen Koçer axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên Komkujiya Şiêtat re xwest. Koçer diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya wan a demokratîk derbe bike û bi hinceta parastina ewlehiya xwe, herêmên wan dagir bike, lê ew ê rê nedinê ku vê yekê pêk bîne.

Hesen Koçer destnîşan kir ku ev komkujî ji terorîstan re şermek e, lê şêniyên herêmê serkeftin pêk bîne û terorê têk bir, ruxmî vê fikrê DAIŞ`ê hîn jî çalak e.

Koçer wiha domand: Dewleta Tirk bavê rohanî ya terorê ye û hîna piştgiriya wê dike. Mînaka wê jî, hemû serçeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî de hatin kuştin. 

Koçer anî ziman ku li dijî DAIŞ`a ku hovantirîn sûc pêk aniye, bi taybet a li dijî êla Şiêtat bi ser ketin û soz da ku dê li hember dewleta Tirk a dagirker bi ser kevin û wiha pê de çû: “Em amade ne û em ê tola şehîdan hilînin mîna me tola wan ji terora DAIŞ`ê hilaniye. Em xwe ji bo serkeftineke mezin re amade dikin. Dê tola xwe ji wan hilînin û wan tune bikin mîna me DAIŞ têk biriye.”

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û hemû şehîdan bi taybet ên êla Şiêtat bi bîr anîn û got: “Di vê rojê de DAIŞ êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê bi saya berxwedana gel nexasim li Dêrazorê û Şengal êrişên wan têk çûn.”

Sîham Dawûd wiha domand: “Ev axeke pîroz e ji ber bi xwîna şehîdan hatiye avdan û DAIŞ têk bir. Ciwanên wê dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û nahêlin ev axa parçe bibe.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojhilatê Dêrazorê Wefa Ehmed axivî û spasiya kesên beşdarî merasîma bîranîna Komkujiya Şiêtat bûne, kir û hêvî kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya gel û malbatên şehîdên vê komkujiyê bike.

Wefa Ehmed anî ziman ku gelê herêmê li dijî dagirkeriya Tirk disekinin û ew ê heta serkftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di dawiya merasîma bîranîna Komkujiya Şiêtat de koma Zihûr El Furat berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

(eh)

ANHA