Rojnameyên erebî: Li Tefesê agirbest heye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşa bajarê Tefes a Sûriyê, aloziya siyasî ya Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li Tefesê agirbest heye
15 tebax, 2022   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI TEFESÊ YA LI ROJAVAYÊ DERAYÊ PEYMANA AGIRBESTÊ’

Têkildarî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Şerê ku beriya çend rojan di navbera çekdarên bajarê Tefes û hêzên rejîma Sûriyê de li bajarokê Tefes ê rojavayê Derayê dest pê kir, rawestiya. Ev yek piştî gihîştina peymana agirbestê di navbera fermandarên xwecih ên bajarê Tefesê û berpirsê saziya ewlehiya leşkerî ya herêma başûr û endamê komîteya ewlehiyê ya bajarê Derayê Luey El Elî de, pêk hat.

Peymana agirbestê roja şemiyê ket meriyetê, karên leşkerî hatin rawestandin û hêzên rejîma Sûriyê tevî komên xwecih û rûspiyên bajêr ketin bajêr û hin mal û baregehên leşkerî yên li başûrê bajêr kontrol kirin, bi vê yekê derbasî qonaxa duyemîn bûn. Kontrolkirina mal û baregehan ji bo tekezkirina derketina kesên tên xwestin ji bajêr, avakirina baregeheke leşkerî ya demkî ya hêzên rejîmê li avahiya Xeldûn Ziubî  ye ku bi hewandina kesên tên xwestin, tê tawanbarkirin.

Çavkanî diyar kir ku ji roja şemiyê ve (dema agirbest hatiye ragihandin) operasyonên leşkerî li Tefesê hatine rawestandin. Ev yek piştî sewqiyatên leşkerî yên rejîma Sûriyê li derdora bajêr di rojên derbasbûyî de pêk anîne, girtina rêya Tefes-Yadûdê û astengkirina cotkaran ku biçin nav zeviyên xwe yên li wê derê, her wiha piştî topbarana li ser dest û aliyên başûrê bajêr ku di encamê de kesek hat kuştin û 3 birîndar bûn, pêk tê.

Ev peymana duyemîn a agirbestê ye ku li Tefesê tê ragihandin. Di 27`ê Hezîranê de jî agirbest pêk hatibû.”

‘DADGEHA IRAQÊ RÊ LI BER HEWLDANÊN SEDR DIGIRE’

Rojnameya El Ereb jî li ser rewşa Iraqê wiha nivîsand: “Piştî ku banga Sedr a jihevxistina parlamentoyê red kir, dadgeha Iraqê rê li hewldanên Sedr ên xistina wî di aloziya siyasî de digire.

Wek bersivdayîna banga serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr a jihevxistina parlamentoyê de hefteyekê de, Meclisa Bilind a Dadgehê ya Iraqê roja yekşemê ragihand ku mafê wan ê jihevxistina Meclisa Nûneran tune ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, ne ji erka meclisa dadgehê ye ku dest di kar û barên desthilatên zagonsaz û rêveber werde.

Meclisa dadgehê bang li aliyên siyasî û hemû dezgehên çapemeniyê kir ku dadgehê nexin hevrikî û nakokiyên siyasî.

Sedr banga jihevxistina parlamentoyê di hefteyekê de kiribû, her wiha bang li parlamenterên xwe yên serbixwe û alîgirên xwe kiribû ku gilînameyên fermî bi rêbazên qanûnî pêşkêşî dadgeha federal bikin.”

‘MECLISA NÛNERAN Û MECLISA DEWLETÊ LI SER ÇARÇOVEYA DESTÛRÊ NÎQAŞ DIKIN’

Rojnameya El Îtîhad jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Li gorî çavkaniyekî, bi armanca gihîştina lihevkirinekê li ser çarçoveya destûrê ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û zagonsaz di demeke nêz de û bidawîkirina parçebûna siyasî, li paytexta Misir Qahîreyê civînek di navbera serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîla Salih û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşerî de tê lidarxistin.

Çavkanî tekez kir ku civînên li Qahîreyê berdewamkirina civînên li Misirê yên di navbera endamên komîteya rêgeha destûrê yên di hefteyên borî de ye. Çavkanî her wiha destnîşan kir ku Misir, lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û zagonsaz di demeke nêz de teşwîq dike.

Endamê Meclisa Dewletê Seed Bin Şeradê ji rojnameyê re tekez kir ku valahiya di navbera Eqîla Salih û Xalid El Muşrî de mezin e ji ber ku El Muşrî di lihevkirina li ser bingeha destûrê û naskirina rewatiya hikumeta Fethî Başaxa de bi îsrar e.

Bin Şerade destnîşan kir ku zextên civaka navneteweyî dibe ku bihêle serokên Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê hikumetek sêyemîn li welat erkdar bikin.”

(cx)