Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend

Bi armanca piştgiriya hewldanên xurtkirina rola jinan di qada hunerê de û vejandina hunera dayika xwedawend, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye”, Yekemîn Festîvala Jin a Şehîd Berçem a Çand û Hunerê li dar xist.

Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
Armanca sereke ya Festîvala Şehîd Berçem: Vejandina çanda dayika xwedawend
15 tebax, 2022   07:23
HELEB – MIHEMED EBDO

Di çarçoveya xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo belavkirina çand û hunera jinan, tevgerê li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekemîn Festîvala Şehîd Berçem li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Festîval roja şemiyê 13’ê Tebaxa 2022’yan dest pê kir û dê 3 rojan bidome. Tê de nêzî 135 jin ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Eyn Dîwar, Reqa, Tebqa, Efrînê, Kobanê û Hesekê beşdar in.  Jin dê berhemên xwe bi rêya komên hunerî yên cuda nîşan bibin.

Ji bo naskirina agahiyên bêhtir li ser festîvanê, endama komîteya amadekar a festîvalê, Mizgîn Çolaq ji ajansa me re axivî.

ÇAND Û HUNER NASNAMEYA GEL Û CIVAKAN TEMSÎL DIKIN

Mizgîn Çolaq diyar kir ku armanca sereke a festîvalê vejandin û belavkirina çand û hunera girêdayî dayik û jina xwedawend e, bi taybetî li Rojava.

Her wiha Mizgîn da xuyakirin ku festîvan ne tenê ya stranan e, di heman demê de gelek hunerên din wek wênesaziyê û hunerên din di nav xwe de dihewîne.

Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê deng veda ji ber wê jî divê jin xwedî lê derkevin nexasim di aliyê çandê de, ji ber ku ew nasnameya gelan e.

 “EZ Ê STRANA XWE DIYARÎ RÊBER OCALAN BIKIM”

Her wiha, Mînetullah Tame ya ku ji Reqayê beşdarî festîvalê bûye diyar kir ku tişta balkêş di Festîvala Şehîd Berçem de, beşdariya hemû pêkhateyan e û got: “Em di vê festîvalê de ji bo temsîlkirina hunera Firatê anku hunera Reqayê beşdar bûne.”

Mînetullah Tame di dawiya axaftina xwe de spasiya komîteya amadekar a festîvalê kir û got ew ê di roja sêyemîn de stranekê diyarî rêber Ocalan bike.

FESTÎVAL PEYAMEKE ZELAL A HEVGIRTINA GELAN E

Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê, Mîrxan Îsmaîl got ew bi navê koma Şehîd Canda beşdarî festîvalê bûye û armanca wan ew e ku festîval dewlemendtir bibe û çand, hunerên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina wan nîşan bidin.

Mîrxan Îsmaîl desnîşan kir ku ji bo dagirkeran û alîgirên wan ku dixwazin hevgirtina pêkhateyan têk bibine, festival peyameke zelal e.

(mh)

ANHA