Li dêreke Qahîreyê şewat derket: 40 kesî jiyana xwe ji dest da

Vê sibehê agir bi dêrekê li taxa Îmbaba ya rojavayê paytexta Misir Qahîreyê ket. Di şewatê de bi dehan herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li dêreke Qahîreyê şewat derket: 40 kesî jiyana xwe ji dest da
14 tebax, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro agir bi Dêra Şehîd Ebû Sêfîn a li taxa Îmbaba ya rojavayê paytexta Misir Qahîreyê ket, di encamê de zêdetirî 40 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, 55 kes rakirin nexweşxaneyan.

Hikumetê gelek ambulans û erebeyên agirkujiyê şandin cihê bûyerê da ku kuştî û birîndaran rakin û şewatê vemirînin.

(eh)