Ji bo şehîdê HRE'yê Îzet Şera sersaxî hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê herikîn bin konê sersaxiyê yê şervanê HRE'yê Izet Şera ku di qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê  şehîd bû.

Ji bo şehîdê HRE'yê Îzet Şera sersaxî hate xwestin
14 tebax, 2022   13:15
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ferîd Mûsîkî  (Izet Şera) yê di 12’ê Tebaxê de dema li ser peywira xwe bû, ji ber sekinandina dil şehîd bû,  merasîma sersaxiyê li Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê vedan. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin kon de marasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

 Piştire endamê Meclisê Malbatên Şehîdan Ednan Elî axivî û tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Elî her wiha got: “Dem dema azadiyê ye, em canê xwe ji bo azadiya welat û axa xwe didin da  ku bi azadî û bi rûmetî bijîn. Em her demê li ser rêya zarokên xwe bimeşin.”

Bi navê Kongra Star Hacer Hesen  wiha axivî: " Em ê her tim li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Ji me çi were xwestin em ê bikin heya em digihijin armanca xwe.''

Hacer Hesen soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre bi navê Meclisa Kampa Berxwedan, Nehîde Îse  wiha got “ Em soz didin şehîdên xwe ku em ê ‎armancên wan pêk bînin, herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em sersaxiyê ji ‎malbata şehîd re dixwazin ”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(zş)

ANHA