Li Hesekê û Kobanê 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê û zarokên şehîdan ên bajarê Kobanê 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û tekez kirin ku ev pêngav vejîna gelên bindest û rizgariya wan ji zilm û koletiyê ye.

Li Hesekê û Kobanê 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin
14 tebax, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dîrokeke nû ya gelê Kurd tê hesibandin.Vê pêngavê lehengî û mêrxasiya zarokên agir û rojê di têkbirina dijmin de nîşan da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 38 saliya Pêngava 15'ê Tebaxê, îro li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê rojavayê bajarê Hesekê çalakiyek li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Gul li ser Pêngava 15’ê Tebaxê û rola fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di ronîkirina rêya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û azadkirina fikra wan de, axaftin kir.

Sûzan bal kişand ser qehremaniya şehîd Egîd û hevrêyên wî ya li hember xiyanetê kir. Paşê sînevîzyonek li ser perspektîfên rêbertî, jiyana şehîd Egîd, qehremaniya wî û rola wî ya pêşeng di Pêngava 15`ê Tebaxê de, hat nîşandan.

KOBANÊ

Zarokên şehîdan ên bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê Pêngava 15’ê Tebaxê bi bîr anîn û bang li rêxistinên parastina mafên zarokan kirin ku destwerdanê bikin da ku zarokan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rizgar bikin.

Daxuyanî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ya li bajarê Kobanê bi zimanê Kurdî ji aliyê lawê şehîd Ehmed Bozî, Esad Bozî ve bi amadebûna bi dehan zarokên şehîdan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê Kurd û pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê hate pîrozkirin û hêvî kir ku salvegera 38’an a pêngavê bibe sala aştî û rizgariya gelên bindest ji zilm û êrişkariyê.

Di daxuyaniya xwe de, zarokên şehîdan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku sîxûrên piştî destpêkirina Operasyona "Sondê" hatine girtin, radestî malbatên şehîdan û zarokên wan bikin da ku ji aliyê wan ve bên dadgehkirin û cezayê xwe bistînin.

Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên taybet bi zarokan û parastina mafên wan hate kirin ku destwerdanê bikin da ku zarokan ji êrişên wê yên ku demên dawî zêde bûne, biparêzin.

 

ANHA