Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên di çalakiya 3`yê Tebaxê de hatine rakirin, weşand

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirekr weşand, ku 3'yê Tebaxê li Girê Amediyê di encama çalakiya gerîla de hatin desteserkirin.

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên di çalakiya 3`yê Tebaxê de hatine rakirin, weşand
14 tebax, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"3'ê Tebaxê saet di 12:40'î de hêzên me banga teslîmbûnê li dagirkeran kirin ku berê xwe dabûn tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Dagirkeran guh nedan vê bangê û xwestin bi pêş ve bên. Li ser vê yekê, hêzên me vê carê bi sabotajê li dagirkeran xistin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Mertalekî parastinê, debanceyek, kamerayek û kaskê leşkerî yê bi navê Haydar Çelîk ji ser dagirkeran hate rakirin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man bi astekê xwe vekişînin. Kuştiyên xwe jî nîvê şevê ji qadê birin."