Akademîsyen: Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî hebûna xwe misoger bikin

Endamên Akademiya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir û got: “Xaka ku bi xwîna pakrewanan hatî avdan em ê ti carî dev jê bernedin. Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî hebûna xwe misoger bikin.”

Akademîsyen: Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî hebûna xwe misoger bikin
14 tebax, 2022   11:16
QAMIŞLO

Akademiya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê û şehîdxistina welatiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Akademiya Şehîd Siûd a girêdayî Akademiya Civaka Demokratîk ya li navçeya Amûdê ye, hat dayîn. Endamên Akademiya Civaka Demokratîk Îbrahîm Esed û Ebdulselam El Casim bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di demên dawîn de êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê heta Girê Spî û Serêkaniyê ne tenê dagir kirin, lê belê li wir guhertina demografîk jî pêk tîne. Ew bi vê yekê sînordar name û carekî din gefan dixwe ku derbasî heremên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Wekî gurê xwînmij dixwaze heremê me talan bike.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola sîxur û çeteyan di hedefgirtina welatiyan de û wiha pê de çû: “Bi destên sîxûr û çeteyên xwe vê yekê dike. Ji ber wê em wekî Akademiya Civaka Demokratîk bang li raya giştî û hêzên navneteweyî dikin ku vê hovîtiya Tirkan rawestînin û komkujiyên di dîroka wê de careke din dubare neke.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em wekî akademîsyen û endamên Akademiya Civaka Demokratîk di nava civaka xwe de û li beramberî van êrişan bi hêzên xwe yê parastinê QSD, YPG/YPJ û HPC`ê re di yek çeperê de û li rex wan, em bi yek dilî û yekdestî li beramberî vê hovîtiyê radiwestin. Em ji herêm û xakên xwe dernakevin.

Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî hebûna xwe misoger bikin. Cihê ku xwîna pekrewanan lê hatî rijandin, em tu carî bernadin. Ji ber wê em careka din banga qedexekirina balafirên leşkerî li ser Sûriyê dikin, bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî dikin ku van komkujîyan rawestînin. Bi taybet balafirên bêmirov ku metirsî û hovîtiya nîjadperestiya dewleta Tirk diyar dike û civak bi zarok û jinên xwe ew di teror û tundiyê re rû bi rû dihêlin.

Em serê xwe ji hovîtiyê re natewînin û ev yek nayê pejirandin û em ê berxwedana xwe ranewestînin. Bi topbarana heremên ku gund û malên milet lê ne, sivîl her roj rastî terora dagerkeriyê tên, ev bi tena xwe sûcên şer e.”

(sb)

ANHA