Wêneyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li cihê hedefgirtinê hatin xêzkirin

Ji bo bîranîna şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed ên ku di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê wêneyên wan li ser dîwarê avahiya ku hatî bombebarankirin xêz kirin.

Wêneyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li cihê hedefgirtinê hatin xêzkirin
Wêneyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li cihê hedefgirtinê hatin xêzkirin
Wêneyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li cihê hedefgirtinê hatin xêzkirin
Wêneyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li cihê hedefgirtinê hatin xêzkirin
Wêneyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li cihê hedefgirtinê hatin xêzkirin
14 tebax, 2022   08:52
HESEKÊ

Bi nêzbûna salvegera yekemîn a şehadeta fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û hevrêyên wan Seyfullah Ehmed û Rûbar Hesekê û ji bo bîranîna wan, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê hejmarek hunermendan erkdar kir ku wêneyên wan şehîdan li ser dîwarê avahiya ku hatî bombebaran kirin xêz bikin.

19’ê Tebaxê salvegera yekemîn a şehadeta wan fermandar û şervanan e yên ku di encama du êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker yên li ser rêya Elî Fero û Navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûbûn, ku MÎT`ê bi sîxurên xwe yên li herêmê koordînatên wan bi dest xistibûn.

Hejmarek hunermendan li ser hin parçeyên dîwarên avahiya Navenda Têkiliyan a ku Til Temirê ya hatî bombebarankirin, wêneyên fermandar û şervanên şehîd xêz dikin.

Meclisê her wiha cihê êrişê veguherandiye baxçeyekî taybet û tê de cure dar hatin çandine û kirine mezargeha wan şehîdan. Meclis bi vê yekê tekeziyê bi mayînê û şopandina li ser xeta hevrê û fermandarên xwe dike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 20'ê Tebaxa 2021'ê de bi daxuyaniyeke nivîskî wiha ragihandibû: "Roja 19’ê Tebaxê tam di saet 2:00`an piştî nîvro de, balafirek bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker erebeya fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj hedef girt û di encamê de heval Rênas şehîd bû. Di heman rojê de tam di saet 6:00'ê êvarê de, artêşa Tirk a dagirker li dijî navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişek hewayî pêk anî. Di encama êrişa hovane ya dewleta Tirk de, endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Sosin Bîrhat û rêheval Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd ketin û sê şervanên me jî birîndar bûn."

ANHA