​​​​​​​Panorama hefteyê: Tirkiyê "Opozîsyonê" bi hêrs dike, aliyên iraqî avakirina hikumeta demkî nîqaş dikin

Daxuyaniyên Tirkiyê yên der barê lihevhatina opozîsyona Sûriyê û rejîmê de wekî derbeyekê li pişta opozîsyonê hat wesifandin.  Di demekê de ku nakokî di navbera Sedr û Malikî de zêde bûn, aliyên siyasî yên iraqî jî avakirina hikumeteke demkî bi serkêşiya Kazimî nîqaş dikin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Tirkiyê "Opozîsyonê" bi hêrs dike, aliyên iraqî avakirina hikumeta demkî nîqaş dikin
14 tebax, 2022   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî yê li dijî daxuyaniyên rejîma Tirk der barê lihevhatina opozîsyona Sûriyê û rejîmê de, aloziyên siyasî yên Iraq û Lîbyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

 ‘HELWESTA TIRKIYÊ LI HEMBER ESED GUHERÎ; LIHEVHATINA OPOZÎSYON Û REJÎMÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên roja pêncşemê der barê lihevhatina opozîsyona Sûriyê û rejîmê de û girîngiya rêgirtina li parçebûna Sûriyê, nîşan da ku di helwesta Tirkiyê de darbeyek giştî çêbû. Di heman demê de û piştî binketina hewldanên Erdogan ên hilweşandina Esed, behsa lihevkirinekê di navbera Erdogan û Esed de tê kirin.

Muxalifên sûrî êrişî Erdogan kir û daxuyaniyên Çavuşoglu bi derbeya Tirkiyê li hember opozîsyonê bi nav kir û got ev yek ji “serokekî durû” ku ji bo armancên xwe amade ye her dozê bifiroşe, dihat pêşbînkirin.

Çavuşoglu gotibû ku piştî civîna ku Cotmeha borî li paytexta Sirbistanê Bulgradê wî hevdîtineke kurt bi wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Feysel Mîqdad re kiriye.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin ku daxuyaniyên wezîrê Tirkiyê, ragihandin e ku Tirkiye dev ji opozîsyonê berdide û xwedana aliyekî li hember berpirsên xwe yê li hember bi milyonan penaberên li Tirkiyê ye.

Çavdêr her wiha dibêjin aloziya aborî ya li Tirkiyê, li hember ku Tirkiyê veguhere dergeha gaza Rûsyayê li şûna Ewropayê, helwesta Erdogan bi temamî di dosyaya Sûriyê de guherand.

Çavdêr texmîn dikin ku Tirkiye ji serkêşên opozîsyonê bixwaze ku ji erdê Tirkiyê derkevin û hemû civîn û çalakiyên xwe bidin rawestandin. Her wiha dûr nabînin ku kesên tên xwestin bi taybet ên ji fermandariyên leşkerî veqetiyane, radestî rejîmê bikin ku ev yek dê aloziyeke mezin ji bo opozîsyonê derxe û ji tirsa ku ji Tirkiyê bên qewitandin, dê bihêle ku lihevhatina bê şert bi Esed re qebûl bikin.

Bi vê gava serokkomarê Tirk li hember Sûriyê û lêgerîna lihevhatina bi Esed re, dibe ku plana xwe ya avakirina herêmeke tampon bi kûrahiya 30 km di axa Sûriyê de û li ser dirêjahiya xeta sînor, careke din di ber çavan re derbas bike. Nexasim ku di propagandaya vê planê li cem dewletên di dosyaya Sûriyê de bi bandor û nexasim Rûsya û Amerîkayê, bi ser neket.

Rûsya operasyoneke berfireh li bakurê Sûriyê red dike û wekî gefekê li ser yekitiya Sûriyê dihesibîne.”

‘BEXDA: HIKUMETEKE DEMKÎ YA BI SEROKATIYA KAZIMÎ TÊ NÎQAŞKIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Serokê Hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî Malikî şeva duşemê xîtabek da ku tê de şertên serokê şîe Muqteda Sedr ên jihevxistina parlamentoyê red kir. Di heman demê de çalakvanên siyasî, di nav de yên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê, nimûneyeke çareseriyê ragihand.

Malikî got tenê bi erêkirina pêkhateyên Iraqê bi rêya saziyên destûrê, ne jihevxistina parlamentoyê, ne guhertina rejîmê, ne jî hilbijartinên pêşwext dikarin nêrînekê li wî ferz bikin, tenê bi lidarxistina Meclisa Nûneran ev yek pêkan e.

Li ser asta stratejîk jî, ev rengê siyasetê dibe ku projeya Çarçoveya Hemahengiyê ji holê rake û metirsiyeke mezin ji bo Îranê û Nivîsgeha Elî Xamaneyî çêke. Ji lew re, di çalakiyên siyasî yên şîe de, nûnerên Tehranê di nîqaşên li ser çawaniya bidawîkirina nakokiyên di nava şîeyan de, hatin beşdarkirin.

Ji dema alîgirên Sedr dest bi xwepêşandanan kir, gelek pêşniyarên ji bo agirbestê ji Sedr re hatin pêşkêşkirin, lê wî red dikin. Niha jî feraziya avakirina hikumeteke demkî ji bo salekê tenê ku ne Sedr ne jî Malikî beşdar dibin, tê vejandin.

Çavkaniyekî siyasî yê payebilind dibêje ku 2 nûnerên Îranê bedşarî van nîqaşan bûne, lê tu mîsogerî tune ne ku Sedr vê formê qebûl bike. Ji ber ku ji hikumetê bêhtir dixwaze rejîm were sererastkirin. Lê belê dibe ku rewşa nû ya di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de guhertineke biçûk di helwesta wê de çêke.

Siyasetmedarên iraqî texmîn dikin ku Malikî êdî çarenûsa xwe ya siyasî kontrol nake, nexasim piştî nîqaşên di navbera îraniyan de; general Îsamîl Qanî û fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê. Çavkaniyekî payebilind dibêje: “Dibe ku Malîkî bihêle rêya guncaw a derketina ji pirsgirêka avakirina hikumetê, hilbijêre, dê ev yek di aloziya bi Sedr re gaveke pêşketî be. Wê demê dikarin alî bigihêjin rêgeheke çareseriyê. Lê dîsa jî mijara dan û standina bi şertên Sedr re ji bo bidawîkirina aloziyê çarenûsî ne.” Hin aliyên beşdarî nîqaşên şîe jî bûne dibêjin, hikumeteke demkî ku Sedr û Malîkî beşdar nabin, ji aliyê gelek derdoran ve tê pêşwazîkirin. Lê belê Sedr dixwaze vê hikumetê kontrol bike ku “projeya xwe ya çareserkirinê” pêk bîne. Ev jî tê wateya ku Çarçoveya Hemahengiyê neçar e ku namzetê xwe Mihemed Şiya Sûdanî biguherîne. Ji ber ku israrkirina di wî de, li dijî armancên nîqaşên heyî ye. Ji lew re, Mistefa Kazimî vebijêrkeke ewle ye. Nexasim ku Kazimî hewl dide di navbera her du aliyên nakok de, navbeynkariyê bike.”

 ‘NÎQAŞÊN TUND LI SER PÊŞNIYARA AVAHIKIRINA HIKUMETEKE SÊYEMÎN’

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Li Lîbyayê têkildarî derfetên avakirina hikumeteke sêyemîn ji bo bidawîkirina şerê di navbera Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe û Hikumeta Îstiqrarê ya bi serokatiya Fethî Başaxa de, nîqaşên berfireh hene. Li gorî hin agahiyên hatine belavkirin, di navbera serokê Meclisa Nûneran Eqîla Salih û serokê Meclisa Şêwirê ya dewletê Xalid El Muşrî de, lihevkirin heye. Li gorî heman agahiyan, hikumeta sêyemîn dê bi serokatiya cîgirê yekemîn ê serokê Meclisa Serokatiyê ya herêma Terablusê Ebdullah El Lafî be.

Çavkaniyên xwedî agahî eşkere kir ku ev mijar ji valahiyê nehatiye, lê belê ev pêşniyar di rastiyê de hatiye kirin, armanc jê gihaştina hikumeteke nû ku hemû hêzên siyasî li ser li hev bikin û armanca wê rêvebirina qonaxa bê û çavdêriya birêxistinkirina hilbijartinan be.

Çavdêr dibêjin ku li gel berdewamkirina parçebûnê û nebûna baweriyê, her wiha li gel serweriya milîsên ku li herêma rojavayê welat xwediyên biryarê ne, li kêleka çaresernekirina dosyaya hêzên biyanî û çeteyan, avakirina hikumeteke sêyemîn dê ne bi sûd be. Çavdêr tekeziyê bi wê yekê jî dikin ku avakirina hikumeteke sêyemîn di vê qonaxê de ne tiştekî rasyonel e û dê aloziyê dirêjtir bike û bibe sedema şer.''