Li navçeya Eyn Îsa dewreya fêrkirina destwerdana lezgîn hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Girê Spî di çarçoveya bersivandina rewşa awarte de, dewreyeke perwerdeyê ya destwerdana lezgîn vekir.

Li navçeya Eyn Îsa dewreya fêrkirina destwerdana lezgîn hat vekirin
13 tebax, 2022   13:53
 EYN ÎSA

Di çarçoveya sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de, li gorî biryarnameya bi hejmar 7 ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di 7`ê Tîrmehê de derxistiye, bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsa û karmendên saziyên kantonê tev li dewreyên perwerdeyê yên destwerdana lezgîn û hemşîreyê bûn.

Di dewreyê de waneyên li ser dermankirina birînan, vekirina damarê, bikaranîna derziyan û gelek mijarên din tên dayîn.

Tîmên tenduristiyê yên nexweşcaneya Şehîd Omer Elûş a li navçeya Eyn Îsa çavdêriya perwerdeyê dikin ku tê payîn 30 rojan berdewam bike.

Têkildarî girîngiya dewreyê, perwerdekar Mihemed Kurdo got: “Em şêniyên Eyn Îsa, li gel êrişên domdar ên li dijî navçeyê pêwîstiya me bi mîna van dewreyan heye.”

Kurdo wiha domand: “Divê hemû fêrî destwerdanên lezgîn bibin, alîkariya birîndaran bikin  bi taybet ên di encama topbarana rojane de birîndar dibin. Dibe ku birîndar kesek ji malbatê be yan jî cîranek li taxê be.”

Tê payîn dewreyên din li hemû navçe û bajarokên kantonê werin vekirin.

(şx)

ANHA