Di salvegera 9'emîn de careke din banga serbestberdana Seîd Melkî kir

Yekitiya Jinên Suryan bi boneya salvegera 9'emîn a girtina serok û endamê damezrîner ê Partiya Yekitiya Suryan Seîd Mlekî ji aliyê hikumeta Şamê ve çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de banga serbestberdana hemû girtiyên derbirînê hate kirin.

Di salvegera 9'emîn de careke din banga serbestberdana Seîd Melkî kir
12 tebax, 2022   19:13
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 9'emîn a girtina serok û endamê damezrîner ê Partiya Yekitiya Suryan Seîd Melkî ji aliyê hikumeta Şamê ve, Yekitiya Jinên Suryan çalakiyek li taxa Ermeniyan a bajarê Qamişlo li dar xist.

Di çalakiya ku bi dehan kes amade bûn de sînevîzyonek li ser xebata Seîd Mlekê hate pêşandan.

Piştre daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Beth Nehrên Periodic Prodigy ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Serokê Partiya Yekitiya Suryan û yek ji damezrînerên partiyê rêheval Seîd Melkî di 12'ê Tebaxa 2013’an de li balafirxaneya Qamişlo ji aliyê dezgehên ewlekarî yên rejîma Sûriyê ve hate girtin. Ji wê rojê ve heta îro çarenivîsa wî ne diyare û tu agahî derbarê wî de nînin. Di nav girtiyên sûrî de ku ji ber nêrîn û ramana azad û dijberiya wan li zordarî û sîtemkariyê û daxwaza maf û azadiyên rewa yên hatine girtin, îşkencekirin, kuştin tevahiya gelê Sûriyê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin, “Em di Partiya Yekitiya Suryan de daxwaza xwe ji rejîma Sûriyê nû dikin ku çarenivîsa hevrêyê xwe eşkere bike û wî û hemû girtiyên bîr û baweriyê azad bike,. biryara navneteweyî ya 2254'an bi cih bîne ku tê de  banga serbestberdana girtiyan di zindanên rejîma Sûriyê de tê kirin,  her wiha ji bo çûna ber bi çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê ku garantiya jiyaneke azad ji gelê Sûriyê re û bê teror û zilm bike û dewletek demokratîk, piralî û nenavendî ava bike ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê, di nav de gelê suryanî asûrî, misoger bike.”

Endamê Komîteya Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Beth Nehrên daxuyanî wiha bi dawî kir: “ Di vê salvegerê de em soza xwe nû dikin ku em ê li ser şopa rêberê neamade Seîd Mekî bin ku di nav me de amade ye û li ser şopa hemû şehîdên me yên rewa bin, heta armancên xwe yên neteweyî û nîştimanî bi cih bîne.”

(hh)

ANHA