Saziya Malbatên Şehîdan a Şamê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya paytexta Şamê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li dewletên di dosyaya Sûriyê de çalak in kir ku helwesta xwe ji êrişên dagirkeriya Tirk diyar bikin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şamê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin
12 tebax, 2022   18:11
ŞAM

Bi dehan malbatên şehîdan li taxa Zorava ya Şamê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da. Endama Komîteya Birîndaran Zeyneb Omer daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan xwend.

Di daxuyaniyê de saziyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  şermezar kirin.

Saziyê di daxuyaniyê de diyar kir ku di encama êrişên li dijî herêmê de, bi dehan sivîl û zarok şehîd bûn û her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku beşek ji Koalîsyona Navneteweyî di erkên wê yên li dijî DAIŞ`ê de ye dike hedef.

Saziyê di daxuyaniyê de bang li dewletên di dosyaya Sûriyê de çalak in kir ku helwesta xwe li hember êrişên rojane yên li dijî gelê herêmê diyar bikin, ji ber bêdengî îsbat dike ku ew sûcên dagirkeriya Tirk erê dikin.

Her wiha saziyê di daxuyaniyê de bang li sûriyan û welatparêzan kir ku aloziya Sûriyê bi rêya civînên derve û herêmî çareser nabe, ji ber ku her dewletek hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne. Saziyê destnîşan kir ku divê çareserî sûrî be.

(şx)

ANHA