Şêniyên Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Elî El Mislet oxir kir

Şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê cenazeyê şervan Elî Casim El Mislet ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî di êrişa balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li goristana şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Elî El Mislet oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Elî El Mislet oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Elî El Mislet oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Elî El Mislet oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Elî El Mislet oxir kir
12 tebax, 2022   10:42
 HESEKÊ

Girseya gel li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn û bi karwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê, şervanên Erka Xweparastinê toraneke leşkerî pêşkêş kirin. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Ebdullah axaftni kir. Ebdullah sersaxî da malbata şehîd û wiha axivî: “Şehîdên me di oxira azadî û rûmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe feda kirin. Şehîd fermandarên me ne, em fedekariyên wan ji bîr nakin. Em soz didin ku heta pêkanîna serkeftinê em ê li ser şopa wan bin.”

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd Hesekê jî, ji bo şehadeta hevrêyê xwe Elî El Mislet sersaxî xwest û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û bi armanca têkbirina aramî û îstiqrara herêmê, her wiha ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser ku bi keda pêkhateyên herêmê hatî avakirin, sivîl û leşkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.”

Ebdulmecîd Hesekê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan û bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tirsandina şêniyan, rêbazên qirêj bi kar tîne û got: “Lê ev rêbaz dê îsrara berxwedan û serkeftinê ya şervanên QSD`ê kêm neke.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mecid El Dexîl ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

(cx)

ANHA