Li Kobanê jinên ciwan 15'ê Tebaxê pîroz kir

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê bi boneya rasthatina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê şahiyek li dar xist.

Li Kobanê jinên ciwan 15'ê Tebaxê pîroz kir
11 tebax, 2022   16:26
KOBANÊ

Bi boneya nêzîkbûna salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê şahiyek li ber navenda xwe li dar xist. Bi dehan şênî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Rûheyv Firat got, bi saya Pêngava 15'ê Tebaxê û têkoşîna şehîd Egîd gelê Kurd gelek serkeftin bi dest xistin.

Rûheyv Firat anî ziman ku gelê Kurd ji faşîzma dewleta Tirk natirse lê xwedî îradeyeke xurt û dîrokek ji têkoşînê ye.

Her wiha Rûheyv berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got, bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê wê serkeftin para gerîla be.

Bi vê boneyê jineke ciwan wêneyê şehîd Egîd xêz kir û diyarî Yekitiya Jinên Ciwan kir.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA