​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çalakiyên tohildanê yên QSD'ê silav kir

Şêniyên Qamişlo anîn ziman ku çalakiyên tolhilana şehîdan ku QSD'ê li dijî artêşa Tirk a dagirker kirin, serkeftina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi van gotinan xîtabî şervanên QSD'ê kirin: "Çalakiyên xwe li dijî artêşa dagirker berdewam bikin. Em ê piştgiriya xwe bi we re dewam bikin."

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çalakiyên tohildanê yên QSD'ê silav kir
11 tebax, 2022   15:16
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Di çarçoveya mafê parastina rewa û tolhildana şehîdan de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku 3 çalakiyên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser sînor ê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê kirin. QSD'ê diyar kir ku ev çalakî bersiva êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Di encama van çalakiyan de 23 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 3 maşîneyên wan rûxandin. QSD'ê soz da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû şehîdan ku wê tu êrişên dagirkeriya Tirk bê bersiv nemînin.

Têkildarî van çalakiyan, şêniyên bajarê Qamişlo bang li QSD'ê kirin ku mîna van çalakiyan dewam bikin û tola şehîdan hilînin.

'EM BI WE RE NE'

Delal Bidûr piştgiriya xwe bi çalakiyên QSD'ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker re anî ziman û got: "Ev çalakî bersiv û tolhildana şehîdan e, xwîne her şehîdekî hêzên me ne bi qasî xwîna bi hezaran leşkerên Tirk e."

Delal Bidûr diyar kir ku êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên lawazbûna wê li hemberî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ye û bi van gotinan xîtabî şervanên QSD'ê kir: "Çalakiyên xwe bidomînin. Em bi we re ne, em ê piştgiriya xwe bi we re dewam bikin. Çalakiyên we nêrîna tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike."

'EM BI ŞERVANÊN XWE BAWER IN'

Welatiya bi navê Necah Himêdî jî diyar kir ku çalakiyên QSD'ê yên li dijî dagirkeran moralê hemû dayikan bilind kir û wiha domand: "Em bi berxwedana hêzên xwe bawer in. Em ê heta dawiyê piştgiriya wan bikin. Divê QSD'ê çalakiyên li dijî van dagirkeran berdewam bikin û tevahî planên wan têk bibin."

Necah Himêdî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ê li dû şehîdên xwe bin, em tolê ji dijmin hilînin, em terka xaka xwe nakin, were xwestin em ê çek rakin û li kêleka şervanên xwe li hemberî dijminê Tirk bisekinin."

'SERKEFTINA QSD'Ê SERKEFTINA ME HEMÛYAN E`

/ar/uploads/files/2022/08/11/150455_0000.webp

Welatiyê bi navê Rasil Selman da zanîn ku ew ê piştgiriya xwe bi QSD'ê re li dijî hemû êrişan dewam bikin û got: ''Çalakiyên QSD'ê yên li dijî leşkerên Tirk karekî pîroz û cihê serferaziyê ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Serkeftina QSD'ê serkeftina me hemûyan e."

Rasil Selman îşaret pê kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku niştecihên resen ên herêmê koçber bike û herêmên nû dagir bike û wiha anî ziman: "Em xaka xwe ji dijmin re nahêlin, em bi îrade  û hêza şervanên xwe bawer in."

ANHA