Malbatên şehîdan: Em piştgiriya hêzên xwe yên li eniyên şer dikin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina sivîlan, têkçûna wê li çiyayên Kurdistan îsbat dike.  Her wiha got, malbatên şehîdan piştevanên hêzên parastinê yên li eniyên şer in.

Malbatên şehîdan: Em piştgiriya hêzên xwe yên li eniyên şer dikin
11 tebax, 2022   13:48
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriye û hedefgirtina sivîlan şermezar kir . Daxuyanî ji pêş konê sersaxiyê yê şehîd Mihyedîn Gulo yê li taxa Hilêliyê ya rojavayê bajêr hat xwendin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Bi navê hezaran malbatên şehîdan ji tevahî pêkhateyên bajarê Qamişlo, em bi tundî êrişên hov ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên ewle û hedefgirtina sivîlan li hemû hêrêman, bombebarankirina bi balafirên bêmirov ên biçek weke ku duh li Qamişlo pêk aniye, şermezar dikin. ''

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye ew e ku tirsê li herêmê belav bike û destkeftiyên ku gel bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, têk bibin.

Meclisê bang li civata naneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku zext li Enqere bikin û rê li ber sûcên wê yên li dijî gel û destkeftiyên wê, bigirin.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û got:" Em soz didin şehîdan ku em rêya wan di bin ala wan de bidomînin û gavê paş ve navêjin heta ku axê rizgar bikin."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker û hate gotin: "Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê yekitiya navxweyî ya pêkhateyên ku bi hev re dijîn xurt bikin û bi hev re têkoşînê bikin. Çawa me DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst têk bir, em bi israr in ku planên Erdogan û siyasetên wî yên terorîst têk bibin. Em malbatên şehîdan piştevanên hêzên xwe yên li eniyên pêş ên şer bin heta ku hêviyên gel di azadî û demokrasiyê de pêk bînin."

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ENCAMÊN TÊKÇÛNA WÊ LI HEMBER BERXWEDANA GERÎLA YE'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamê têkçûna wê li hember berxwedana gerîla li çiyayên azadiyê ye û hat destnîşankirin ku siyasetên AKP'ê dewleta Tirk gihand rêyeke girtî, her wiha hedefgirtina sivîlan têkçûna wê li çiyayên Kurdistanê îsbat dike.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku Erdogan û partiyê wê îro ji aliyê leşkerî û aborî bê hêz mane. Her wiha hate gotin, vîna gelên bindest dê biserkeve.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew dê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiyê bi dest dixin "Ji bin konê sersaxiyê yê şehîdê leheng Mihyedîn Gulo em soz didin tevahî şehîdan ku em ê têkoşînê dewam bikin heta ku serkeftinê pêk bînin û Erdogan têk bibin."

(dm)

ANHA