HPC- Jin: Divê NY helwesta xwe li hember sûcên dewleta Tirk eşkere bike

HPC-Jin li pêş navenda NY’yê ya li Qamişloyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li NY’yê kir ku helwesta xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê eşkere bikin. Her wiha da zanîn ku dê sibê çalakiya kon li dijî êrişên artêşa Tirk û bêdengiya navneteweyî bidin destpêkirin.

HPC- Jin: Divê NY helwesta xwe li hember sûcên dewleta Tirk eşkere bike
11 tebax, 2022   13:05
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên kantona Qamişloyê beşdarî çalakiya Hêzên Parastina Civakî-Jin bûn.

Di çalakiyê de endama Hêzên Parastina Civakî - Jin Wedha Şêxmûs axivî û wiha got: "Me îro li ber navenda Netewên Yekbûyî ji bo zelalkirina helwesta wan a der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan de, çalakiyek li dar xist û em bang li NY’yê dikin ku sînorekî ji wan sûcan re deyne."

Wedha Şêxmûs wiha domand: "Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker rojane sivîlan dike armanc û bi çekên giran êrişî eniyên sînor dike, di encamê de zarok û kal û pîr şehîd dibin. Rêxistinên mafên mirovan ên ku banga demokrasiyê dikin li ku ne? Ka helwesta dewletên garantor têkildarî van sûcan."

Wadha Şêxmûs wiha pê de çû: "Bêdengiya NY’yê ya li hember van sûcan tê wateya hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re. Em ê konê çalakiyê li pêş navendê ji bo şermezarkirina bêdengiya NY’yê ji sibe ve vegirin."

Wedha Şêxmûs destnîşan kir ku tu kes nikare vîna wan bişikîne û ev tişt got: "Em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe bidin, heta ku em dagirkeriyê û çeteyên wê têk bibin."

Endama Hêzên Parastina Civakî - Jin di dawiyê de wiha got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakiyan li dar bixin, heta ku dewletên garantor ji bêdengiya xwe li hemberî êrişên  li dijî herêmê yên bi armanca têkbirina vîna gelan û têkbirina demokrasiya li herêmê, derdikevin."

ANHA