SOHR: Li Siwêdayê li dijî Hizbullah û komên alîgirên Îranê hemleyek dest pê kir

Komên herêmî yên li Siwêdayê bajarokê Qenewat dorpêç kir û dest bi hemleyeke ewlehî ya nû li dijî komên ‘Racî Felhot’ û ‘Hêzên Fehid’ ên girêdayî Hizbullaha Lubnanê û alîgirên Îranê kir.

SOHR: Li Siwêdayê li dijî Hizbullah û komên alîgirên Îranê hemleyek dest pê kir
11 tebax, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku komên herêmî yên li Siwêdayê, di serî de Tevgera Rîcal El-Keramê ya bi serkêşiya Şêx Leys El-Belûs û Lîwa El-Cebel û Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê vê sibehê bajarokê Qenewat ê bakurê rojhilatê Siwêdayê dorpêç kir.

SOHR’ê diyar kir ku wan dest bi hemleyeke nû ya lêgerîna li şaneyên girêdayî koma "Racî Felhot" û komên din bi navê "Hêzên Fehid" ên bi serkêşiya Selîm Hemûd kir ku ew girêdayî îstîxbarata leşkerî ye. Ew yek di çarçoveya şerê li dijî komên girêdayî Hizbullahê Lubanê û milîsên Îranê de pêk hat.

Li gorî SOHR’ê, komên herêmê dem dabû fermandarê Hêzên Fehid Selîm Hemîd ku bajarokê Qenewat kiriye navend, radest bike. Hemîd yek ji kesên nêzî Racî Felhot e. Lê wan ew yek pêk neanî. Lê hin ji endamên wê komê bi awayekî ferdî çekên xwe danîn.

Bi bidawîbûna demê re, komên herêmî vê sibehê dest bi hemleyeke ewlehiyê kir, bi ser gelek malên endamên girêdayî koma Hêzên Fehid û mala fermandarê komê de girt. Li gorî çavkaniyan ew kom ji bajarok derketiye. Di heman demê de komên herêmî hin endamên wê vê sibehê girtin, her wiha her du aliyan gule li hev reşandin.

(fr)