Şêx Hamid El-Ferec ji QSD`ê daxwaz kir ku cezayên giran li noker û sîxuran bibire

Şêx Hamid El-Ferec 'Operasyona Sondê' silav kir û bang li QSD'ê kir û cezayên giran li sîxur û xayînan bibirin.

Şêx Hamid El-Ferec ji QSD`ê daxwaz kir ku cezayên giran li noker û sîxuran bibire
11 tebax, 2022   06:17
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Di 'Operasyona Sondê' ya QSD'ê li dijî sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ragihandiye de, gelek sîxur hatin girtin ku destê wan di şehîdxistina welatî, kesayetên welatparêz û şervan û fermandaran de hene.

Têkildarî operasyonê, serokeşîrê Welda, Şêx Hamid El-Ferec ji ANHA'yê re axivî û bi bîr xist ku QSD’ê şaneyek girêdayî dagirkeriya Tirk girt ku agahî û koordînatên li ser fermandarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku xak û namûsa xwe diparêzin, didan dewleta Tirk.

El-Ferec got, dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide aramiya Sûriyê nexasim bakur û rojhilatê wê têk bibe û bi vê yekê jî herêmê ji bo dagirkirinê amade dike.

Şêx Hamîd El-Ferec wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê yên ewlehiyê bi awayekî berfireh bi rêya ajan û sîxuran kar dikin û bûdceyek ji bo vî karî veqetandiye da ku baweriya şêniyên herêmê bi hêzên xwe têk bibin, fîtneyê derxînin û wan ji nirxên pîroz ên civakê dûr bixînin. Di heman demê de dixwaze bi van siyasetên qirêj fermandar û şervanên QSD’ê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser bike hedef.”

Serokê eşîra Welda, bi navê xwe û eşîrên herêmê û şêniyan got: “Em dixwazin cezayên herî giran li sîxurên dagirkeriya Tirk werin pêkanîn, ji ber ku xwe firotin dewletekê ku tenê kuştin, talankirin û têkbirina projeya neteweya demokratîk bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, nas dike.”

Şêx El-Ferec destnîşan kir ku eşîr di aliyê diravî, aborî û fîzîkî de bi QSD'ê re ne û heta rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji terorê şopdarên xeta şehîdan in.

Serokeşîr Hamid El-Ferec bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku kir hember kiryarên dagirkeriya Tirk û şerê taybet hişyar bin û ji bo pêkanîna aramiya herêmê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibin hevkar.

Di dawiya axaftina xwe de, serokeşîrê Welda, Şêx Hamid El-Ferec wiha axivî: “Parastina welêt erk e. Hêviya me ji bo gelê me ew e ku heta dawiyê bawreriya xwe bi QSD’ê bînin. Bi vê awayî em ê karibin planên dijmin ên dagirkirina herêmên me û belavkirina tevlihevî û aloziyê têk bibin. Em ê bi hemû hêza xwe herêmên xwe biparêzin."

(mh)

ANHA