Hikumeta Şamê aloziya xwe bi pereyên welatiyan derbas dike

Hikumeta Şamê hewl dide ku bi rêya bilindkirina nirxê benzînê bi rêjeya ji sedî 130 desteka giştî ji ser rake. Di salekê de ev cara sêyemîn e wisa biha dike. Lêkolînerekî aborî hişyarî da ku ev biryar dê sûka reş çalaktir bike. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê veguheriye hikumeteke bacan ne hikumeteke xizmetan û hewl dide aloziya xwe bi pereyên welatiyan derbas bike.

Hikumeta Şamê aloziya xwe bi pereyên welatiyan derbas dike
11 tebax, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Li gorî senaryoyeke dubarekirî ku hikumeta Şamê pêk tîne, nemaze piştî zêdebûna dîmenên sirayan û qerebalixê li pêşiya stasyonên sotemeniyê, belavbûna gotegotên têkildarî kêmbûna benzînê li herêmên di bin kontrola wê de, Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezaxêner a girêdayî hikumeta Şamê du biryar stand ku li gorî wê, bihayê benzînê bi rêjeya ji sedî 130 buha kir û parên wê kêm kirin.

Wezaretê di du biryaran de ku êvara şemiya derbasbûyî standiye, bihayê benzînê oktan 90 kir 2 hezar û 500 lîre ku berê bi hezar û 100 lîreyî dihat frotin. Bihayê wê li gorî lêçûnê gihaşt 4 hezar lîreyî piştî ku bi 3 hezar û 200 lîreyan bû.

Di biryara duyemîn de bihayê lîtreya benzînê oktan 65 a bêdestek heta 4 hezar û 500 lîre buha kir ku berê bi 4 hezar lîre bû.

Bi pêkanîna biryarê re, di roja din de an ku di 7`ê Tebaxê de, sûrî bi biryareke din re rû bi rû man ku parên benzînê ji 25 lître daketin 20 lîtreyan. Dema ku sûrî bi taybet xwediyên erebeyan ji ber parên berê ne razî bûn ku têra wan nedikir.

Ji destpêka salê ve, ev cara sêyemîn e ku wezaret bihayê sotemeniyê wisa bilind dike. Herî dawî di Gulanê de bû dema lître benzînê ya bidestek kir hezar û 100 lîre piştî ku  berê 750 lîre bû. Her wiha wezaretê wê demê bihayê mazota pîşeyî û bazirganî bi 2 hezar û 500 lîre diyar kir, tevî ku berê hezar û 700 lîre bû.

PARASTINA MEZAXÊNER AN JÎ BEROVAJÎ WÊ!?

Bikarhînerên medyaya dîjîtal, biryara nû bi awayekî tund rexne kirin. B.Ş. wiha nivisî: “Ez ecêb mam e! Gelo navê wê parastina mezaxêner e lê berovajî wê ye!” E.F. got: “Me giliya wê li xwedê kir. Kengî wê mûçe biha bibin gelo, yan hûn dest nadin vê!”

C.M. jî got: “Ê yanî ji bo made qut nebe û ji bo jiyana welatî berdewam bikeو wê rêzeke dirêj û nûk ya bihakirina madeyên sotemeniyê hebe. Teqez pê re jî, sebze, lêçûna veguhastinê, madeyên xwarinê û yên bingehîn jî dê biha bibin. Dixwazim bînim bîra rayedaran ku divê hûn mûçeyan jî herî kêm bi rêjeya ji sedî 100 zêde bikin. Bi hêvî me kesek guh bide lê bi giştî ker in.”

Wek her car werzaret biryara xwe wiha rewa kir: “Bi armanca kêmkirina zirarên mezin di budceya petrolê de û ji bo ku made qut nebe yan jî kêm nebe.” Ruxmî ku made di nav sûka reş de bi bihayê xeyalî peydakirî ye. Her lîtreyek bi 6 hezar lîre tê frotin. Tevî ku dahata her yekî/ê çi karmend an jî karker mehane 100 hezar an jî 200 hezar lîre derbas nake.

Endamê Meclisa Gel a Sûriyê ya girêdayî hikumeta Şamê Zuhêr Tînawî ji rojnameyeke xwecihî re got, buhakirina benzînê ji bo hemû beşên civaka Sûriyê surprîz bû. Rêjeya buhakirinê bi taybet a bêdestek, nedihat texmînkirin.

Tînawî destnîşan kir ku bêguman lêçûneke mezin a hilberînên petrolê heye ji anînê bigire heta bigihêje barkirin, valakirina wê, parzûnkirin û parvekirina wê, ne dihat texmînkirin ku bigihêje ji sedî 130 û ev tişt got: "Ez nafikirim ku lêçûn gihaştiye vê hejmara ku bi biryara Wezareta Bazirganiya Hundirîn hatiye diyarkirin. Wezaretê bihayê lîtreya benzînê hur (azad) bi 4 hezar lîre diyar kir. Li gorî hikumetê jî lêçûna rastîn 4 hezar e. Li gorî baweriya min, lêçûna benzînê ya rojane 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye ne zêde.”

ALOZIYA MALÎ Û RAKIRINA DESTEKÊ BI GIŞTÎ

Lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Biryara buhakirina benzînê ji aliyê hikumeta rejîmê ve, destnîşan dike ku ew bi aloziyeke malî re rû bi rû ye. Ev alozî, li gel buhabûna lêçûna enerjiyê ya cîhanî, kûrtir dibe.”

Analîzvanên aborî armanca wezaretê wiha nirxandin, jiholêrakirina ferqa di navbera bihayê bidestek û ya bêdestek de ye. Yanî bidawîkirina destekê bi giştî ye.

SÛKA REŞ GEŞ DIKE Û ALOZIYÊ GÛR DIKE

Yehya Omer daxuyand ku yên sûd ji vê biryarê digirin du beş in; hikumeta rejîmê bi rêya kêmkirina aloziya malî, beşê din bazirganên sûka reş in, ji ber ku ev biryar vê sûkê çalaktir dike.

Omer ji ber encamên vê biryarê hişyarî da û got: “Ev biryar dê aloziya veguhastinê ya berê aloz, girêktir bike. Bi taybet li gel kêmbûna hejmara wesayîtên veguhastina giştî. Her wiha ev biryar dê bandor li aboriyê bike ku hilberînê kêm bike ku di bingehê de paşde çûye. Ji ber ku gelek kargehên tekakesî bi rêya benzînê kehrebeyê derdixin. Ji ber wê tê texmînkirin ku hilberîn jî kêm bibe.”

SEDEMÊN HUNDIRÎN Û DERVE

Li herêmên hikumeta Şamê welatî ji ber aloziya debarê zehmetiyan dikişînin. Ji destpêka sala borî ve hikumetê gelek biryar derxistin û ne ligorî rewşa debarê ne, wekî bilindkirina bihayê sotemeniyê gelek caran, kehrebe, nan, derman, madeyên xwarinê û avê. Ji wê zêdetir para madeyên sereke kêm kir.

Di çarçoveya wan biryaran de û rakirina destekê ji ser gelek beşên civaka Sûriyê, kêmkirina parên madeyên bingehîn û buhakirina bihayê avê, dîmenên sirayên mirovî li herêmên di bin kontorla hikumeta Şamê de yên sereke ne. Çi li pêşiya rawestgehên wesayîtên veguhastinê yan jî sotemeniyê yan jî firinan. Ji ber kêmbûna karîna kirînê ya welatiyan, kesad jî çê bûye. Nasim ku bihayê madeyên bingehîn bi awayekî zêde buha bûne. Li rex wê jî hikumeta nikare çareser bike û xwe dide alî.

Lêkolîner Yehya Omer gelek sedemên vê aloziya domdar diyar kir û got: “Sedemên hundirîn û derve hene. Yên derve, bandorên şerê Rûsya-Ukrayna, aloziya enflasyona cîhanî, aloziya rêzên gihandinê û gelek sedemên din ku li dewletên cihanê yên cuda hene di nav de Sûriyê. Cezayên navneteweyî yên li ser hikumeta Şamê hene ku lêçûna anînê mezin dikin. Ji ber wê ev yek bi awayekî neyînî bandor li lêçûna anînê dike û pê re nirx biha dibin û fişar li ser sûriyan zêdetir dibin. Aloziyên aborî yên hevalbendên rejîmê jî bandor kirin ji ber ku desteka ku pêşkêş dikirin kêm bûye.

Sedemên hundirîn jî girêdayî bêçareya rejîmê ye ku nikare hilberandina rastîn li welêt vejîne. Hikumeta rejîmê, li gel paşdeçûna îradetan, veguheriye hikumeta baçeyan, ne hikumeta xizmetan. Ew bi awayekî domdar bihayê kelûpelan û xizmetan buha dike. Li beramber wê nikare fon û muçeyan zêde bike. Bendên wê yên kontrolê jî li her derê hene. Ew bi rêya berîkên sûriyan, hewl dide aloziyê sivik bike.”

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di 2011`an de hikumeta Şamê hemû derfetên dewletê kir xizmeta makîneya şer. Lêçûnên leşkerî para herî mezin a lêçûna giştî bû li ser hesabê aliyê geşepêdanê. Di encama wê yekê de bi hezaran sûrî hatin kuştin û nîvê niştecihên welêt koçber bûn. Hikumeta Şamê bi alîkariya hêzên kapîtalîst xwest ku mudaxeleya aloziyê kirin, xêr û berakat welat li hev parve kirin û gelek jêderên wê kontrol kirin.

Ji ber siyasetên diravî yên bêserûber ên hikumeta Şamê û gendeliya belavbûyî di nav daîreyên wê de, cezayên navneteweyî jê ya herî girîng “Qanûna Qeyser” ku di 17`ê Hezîrana 2020`an de kete meriyetê, bû sedema ku aboriya Sûriyê paşde biçe ku tu carî wisa nebûye. Bihayê lîreyê Sûriyê li beramber dolarê daket û gihaşt zêdetirî 4 hezar û 200 lîreyan ku beriya aloziyê nirxê wê 46.5 lîre bû.

Ne tenê ev ceza bandor li welatiyan kir, lê belê hikumeta Şamê û şirîkên wê, bi rêya girtina biryaran ku rewşa wan a aloz girêktir kirin, debara welatiyan kir hedef da. ku ziranên xwe dabîn bikin û berjewendiyên bazirganên şer û aloziyan pêk bînin.

DILNERIYETIYA CIVAKÎ Û TU HÊVIYÊN BAŞBÛNA REWŞA HEYÎ TUNE

Li gorî pêşbiniyên lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer, heke rewşa aborî bi vî rêbazî berdewam bike, dilnerihetiya civakî di nav herêmên hikumeta Şamê de dê zêde bibe û got: “Di asoyan de tu çareserî nîn e. Çareserî, tenê dema du mijar peyda bibin, pêkan e. Ya yekê, hebûna hikumeteke çalak li herêmên rejîmê ku xwedî erkên rastîn e. Ya din guhertina helwesta navneteweyî li hember hikuemta rejîmê. Ev her du mijar jî niha ne pêkan in pêk werin.”

(şx)

ANHA