Li Serêkaniyê şer rû da: Kuştî û birîndar hene

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Serêkaniyê, şer di navbera du êlên ku li bajêr bi cih bûne de derketiye. Di encamê de gelek kes ji her du êlan hatine kuştin û birîndar bûne.

Li Serêkaniyê şer rû da: Kuştî û birîndar hene
10 tebax, 2022   17:23
HESEKÊ

Li bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê yê dagirkirî ya kantona Hesekê şerên dijwar di navbera êlên Mewalî û El-Edwan ku li bajêr bi cih bûne de rû dan.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku di encama şer de ji her du êlan gelek kes birîndar bûne û hatine kuştin. Her wiha ragihand ku di çer de çekên RBC hatin bi karanîn.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku komên taybet ên her du êlan hene ku di nav çeteyên 'Artêşa Niştimanî Sûriyê' de kar dikin

Her wiha çavkaniyan daxuyand ku nakokiyên di navbera çeteyan de êdî ji hemûyan re eşkere bûne ew jî ji ber diziyê, bazirganiya mirovan û parvekirina hegemoyê ye.

Komeleya Hevdestî ya ji bo qurbaniyan, di raporekê de bîlanşoya şerên li bajêr rû dane eşkere kir ku di 6 mehan de yê 24 caran e.

(şx)