Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdurezaq El-Hemed li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşart.

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê
10 tebax, 2022   18:12
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê, tev li merasîma oxirkirina şehîd Ebdurezaq El-Hemed (Bicarî) bûn ku dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve dest pê kir. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Şehîdên me ji bo azadî û rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kir. Şehîd pêşengên me yên rastîn in. Dagirkera Tirk zarok, kesên temenmezin li pêşiya çavên cîhanê dike hedef.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Kazim Mehmûd axivî û got: “Destpêkê em sersaxî didin xwe bi şehadeta leheng Ebdurezqa. Wî di refên pêşîn de herêm diparast.”

Kazim Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek sivîlan dike hedef da ku tirs û xofê di dilê şêniyan de çêke û Rêveberiya Xweser têk bibe ku bi zendên hemû gelên herêmê ava bûye.

Mehmûd soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û aştiyê da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îvan Ednan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD'ê Îbrahîm El-Heşî eşkere kir ku li navçeya Til Temirê dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ebdurezaq li goristanê veşart.

(şx)

ANHA