Şêniyên Tirbespiyê şehîd Dilsoz Tirbespiyê oxir kir

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo di merasima oxirkirina şehîd Dilsoz de, soz da ku ew ê çeka ewldanê xwe rakin û li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ew ê li ser xeta wan tê bikoşin.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Dilsoz Tirbespiyê oxir kir
10 tebax, 2022   11:04
 QAMIŞLO

Bi sedan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji saetên sibehê de berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê li rojhilatê navçeyê û cenazeyê endama hêzên Erka Xweparastinê Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê) pêşwazî kirin. Dilsoz Tirbespiyê duh di êrişa balafira bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker de dema li navenda berpirsa parastina nexweşxaneyên Qamişlo, şehîd bû.

Di merasimê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Ebdî Xelef axivî û diyar kir ku aramnca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberkirin û qirkirina gelê herêmê ye.

Xelef tekez kir ku ew ê rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê bidomînin û got: “Em malbatên şehîdan îro li pêş cenazeyê şehîd Dilsoz sekinîne, em soz didin ku em ê çek şehîdên xwe rakin û heta pêkanîna serkeftinê li ser rêya wan tê bikoşin.”

Bi navê Hêzên Erka Xweparastinê jî fermandar Herekol Ehmed aixvî. Herekol Ehmed destnîşan kir ku hedefgirtina komeke şervanên wan bi balafirên bêmirov, bi armanca tirsandin û koçberkirina şêniyan pêk hatiye.

Ehmed tekez kir ku berdêl çiqas giran be jî, ew ê li hember êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînê bidomînin.

Piştre wesîqeya şehîd Dilsoz hat xwendin û cenazeyê wê di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

(cx)

ANHA