​​​​​​​Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Ev xak wê tenê ji aliyê gelê xwe ve were parastin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li ber xwe didin.

​​​​​​​Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Ev xak wê tenê ji aliyê gelê xwe ve were parastin
10 tebax, 2022   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi obîs, moşek û balafirên bê mirov ên bi çek êrişî kantona Şehbayê dikin. Li hemberî van êrişan şêniyên kantonê di çarçoveya rewşa awarte de, xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kirine.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Êrişên Tirkiyê çarçoveya gefan derbas kiriye û şerekî topyakûn li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Bi domdarî herêmê topbaran dike."

Naso bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina êrişên li dijî herêmê û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîl û zeviyên çandiniyê dikin hedef. Bi obîs, moşek û balafirên bê mirov ên bi çek û balafirên bombekirî hewl dide xelkê bitirsîne û wan koçber bikin û aramiya herêmê têk bibin. Tirkiye ji bilî armanca xwe ya mezin a dagirkirina herêmê, hewl dide nakokiyan di navbera Ereb û kurdan de gur bike."

'GEL RASTIYA DAGIRKERIYA TIRK DIZANE Û BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ LI BER XWE DIDE'

Têkildarî berxwedana gel a li dijî dagirkeriyê jî Naso wiha got: "Gelê herêmê ji hemû pêkhateyan amade ye ku her êrişeke dewleta Tirk li ser herêmê rû bide, bişkîne. Gel bi vebijêrka berxwedanê ve girêdayî ye û li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî li hemberî dagirkeriya Tirk amade ye."

Mihemed Naso destnîşan kir ku her kes di civakê de ji 7 salî heta 70'ê salî erk û berpirsyariyên xwe dizane û wiha pê de çû: "Piştî ku gel li komînan li ser prensîba şerê gel ê şoreşgerî perwerde dît, êdî her kes dizane ku di şer de ew ê çi bike."

Naso her wiha îşaret bi amadekariyên komînan kir û got: "Şêniyan li ser destwerdana lezgîn û dermankirina birîndaran perwerde dikin. Her wiha li gund û navçeyên kantonê amadekariyên çêkirina xwendeqan dikin û ji bo hewandina şêniyan jî jêrzemîn amade dikin."

Di vê çarçoveyê de koçbera ji ya bi navê Efrînê Rohat Sîdo jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nav de kantona Şehbayê dixwe. Em şêniyn Efrînê yê koçber bûne yek gotinê dibêjin; em amade ne ku li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û axa xwe ya dagirkirî azad bikin."

Rohat Sîdo wiha berdewam kir: "Li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî û bi beşdariya hemû pêkhateyan em niha xendekan dikolin da ku di parastin û berxwedanê de bi kar bînin. Ji ber ku gelên herêmê li ser prensîba biratiya gelan dijîn."

'BÊDENGÎ NÎŞANA RAZÎBÛNÊ YE'

Mihemed Naso di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk û bêdengiya hêzên garantor ên li kantona Şehbayê ya li hember bombebarankirina herêm û xalên wê, erêkirin û piştgiriya wan ji kiryarên dagirkeriya Tirk re nîşan dide."

'WELATIYÊN HERÊMÊN SÎNORÎ BERXWEDAN HILDIBIJÊRIN'

Di vê çarçoveyê de şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê derketina ji herêmên xwe red dikin û piştrast dikin ku parastina wê erka her kesî ye.

Welatiya bi navê Zîn Elî jî tevî gef û topbarana berdewam diyar kir ku ew ji herêmê dernakeve û got: "Hemû welatên cîhanê bêyî ku xwe bilivînin, li sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê temaşe dikin. Tirkiye hê jî herêmê bênavber bombebaran dike û her tim herêmên me tehdîd dike."

Zîn Elî her wiha got: "Ev xak tenê dê ji aliyê gelê xwe ve were parastin, ji ber vê yekê divê em li hember hemû dijminên ku hewl didin herêmên me parçe bikin û me tune bikin, yekdest bin û bi hev re li ber xwe bidin. Erkê her kesê ku li herêmê dijî, parastina xaka xwe bike."

Zîn Elî her wiha bal kişand li destkeftiyên gelên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Berxwedana me dagirkeriya Tirk têk bir, piştî têkçûna êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi operasyonên bejayî, bomberdûmana xwe ya topan zêde kir û bi rêya balafirên keşfê kesayetên girîng û sivîl kir hedef." 

.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ekrem Xelîl da zanîn ku ew ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî  heta rizgarkirina herêmên Sûriyê li ber xwe bidin û got: "Em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe bidin û rê nedin ku Tirkiye axa me dagir bike û heta rizgarkirina hemû axa me em ê bi wan re şer bikin û ji bo vê jî em  ne li benda alîkariya tu kesî ne."

Welatiya bi navê Reca Mihemed jî destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedan û bi yekdengiya di çeper û yek eniyê de, ewlekarî û aramî li herêmên xwe pêk anîn. Her wiha da zanîn kue ew dikarin destkeftiyên hatine bi dest xistin biparêzin.

Reca Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Tirkiye û hemû aliyên ku gef û êrişên wê dipejirînin, xwedî armanceke hevpar heye, ew jî ji holê rakirina projeya heyî ya li herêmê ye, lewma divê em vê armancê bi xwe ve têk bibin  û li bendê nebin ku aliyên din parastina herêmên me bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MTyAApwbuvY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>