Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û herêma Tebqa cenazeyên du şehîdan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad hatin veşartin
9 tebax, 2022   18:32
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Mehmûd Temo (Dilovan Kobanê) ê ku dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star a herêma Firatê Sultana Hemîd axivî û got: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Divê em xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin. Şehîd ji bo welat canê xwe feda dikin. Bi ruhê xwe jiyaneke ewle ji me re kirî.”

Sultana Hemîd wiha domand: “Li dijî me hovantirîn cureyên şeran pêk tê. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê zarokên me qetil dike. Divê hêzên garantor erkên xwe li hember herêmê bînin cih. Divê fêm bikin ku gel ji mirinê natirse.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce got: “Aloziya cîhanî bi giştî li herêmê rû dide. Her dewletek dixwaze li herêmê berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê fêm nakin ku gelê me xwedî projeyeke demokratîk e û bi hezaran şehîd dane. Ji ber wê tehemula destkeftiyên me nakin. Di sêrî de dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide aloziyên xwe bi rêya topbarankirina herêmê derbasî derve bike û gelê me qir bike.”

Xoce diyar kir ku dewleta Tirk wê negihêje armanca xwe ji ber ciwanên herêmê bi giyanê xwe kembereke ewlehiyê li dora herêmê çêkir, li ser wê esasê Xoce bang li hemûyan kir ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade bikin.

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dîcle spart axê.

TEBQA

Li Tebqayê jî, şêniyan cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wîdad El-Hac Ebdulehmed a ku 8'ê Tebaxê li ser karê xwe şehîd bû, veşartin.

Şêniyan cenaze ji ketina bajar wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a naverasta bajar ve çûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El-Hisên axivî û got: “Şehadet xwedî wate û nirxên herî bilind ên mirovahiyê ye, xwedî taybetmendiyên temamiyê û rûmetê ye.”

El-Hisên diyar kir ku ciwanên herêmê amade ne li ser şopa şehîdan û têkoşîna wan bimeşin ji bo jiyaneke bi rûmet û azad pêk bînin.

Her wiha di merasîmê de hevseroka Komîteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqa Yesreb El-Hesûn axivî û îşaret bi girîngiya destanên dîrokî yên ku şehîdan xêz kirine û fedakariyên ku di oxira azadiyê û rûmetê de kirine kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna ewlehiyê da.

Cîgirê Meclisa Rêveber a Tebqa Ebdulezîz El-Esker banga şopandina rêya şehîdan û tunekirina terorê û tunekirina hemû cureyên tundî û zulmê kir û got: “Ji bo welat em ê tiştên herî giran biha bidin.”

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebid El-Îsa wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wê kir.

Di dawiyê de hevalên şehîd, cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA