Şêniyên Qamişlo û Amûdê cenazeyên şehîdên êrişa li taxa Sînaa oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û navçeya Amûdê cenazeyên şehîdên êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker li ser taxa Sînaa ya Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan û Şehîd Îsamîl spartin axê.

8 tebax, 2022   19:59
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partî û endamên Kongra Star tev li merasîma oxirkirina şehîdan Şemdîn Şemdîn û her du zarokan Ehmed Hesen û Aheng Hesen bûn ku di 6`ê Tebaxê de di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî taxa Sînaa ya Qamişlo şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Osman, berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk silav kir û got: “Ew êrişên wê vîna me naşikînin û em ê berxwedanê li ser rêya azadiyê berdewam bikin.”

Her wiha Osman soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da û wiha domand: “Divê em projeya Rêveberiya Xweser biparêzin, ji ber ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Balafirên dewleta Tirk a dagirker nikare berxwedan û têkoşîna me rawestînin.”

Paşê endamê Kongra Îslamî Ebdulkerîm Saroxan axivî û destnîşan kir ku rûpelên dîrokê bi berxwedan û fedekariyên gelê Kurd dagirtî ye û hebûna wî li ser xwe xeter dibîne ji ber wê wî dike hedef.

Saroxan soza berdewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da û got ew her tim amade ne da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê azad û ewle be.

Piştî bidawîbûna axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbata wan kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan li goristanê veşartin.

AMÛDÊ

Li Amûdê, şêniyan cenazeyê endamê Saziya Displîna Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Esed (Rûxaz Amûdê) oxir kir ku di êrişa li ser taxa Sînaa ya Qamişloyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ehmed Ferso axivî û got: “Di şexsê şehîd Mezlûm Esed de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Divê em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Navçeya Amûdê Berxwedan Amûdê axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdên meha Tebaxê, meha berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk ditewînin. Ji destpêka 2011`an ve, şehîd Mezlûm Esed li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û şer kir. Em ê şopdarên felsefeya rêber Ocalan bin.”

Berxwedan Amûdê got bi hevgirtina pêkhateyan û bi rêveberiya xwe dê planên dagirkeriyê têk bibin.

Paşê wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd kir.

ANHA