Şêniyên Dirbêsiyê: Topên Tirkiyê me natirsînin û em ê li kêleka QSD'ê şer bikin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê destnîşan kir ku ew amede ne li hember êrişan bisekinin, herêmên xwe biparêzin û li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Topên Tirkiyê me natirsînin û em ê li kêleka QSD'ê şer bikin
8 tebax, 2022   13:32
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk îro gundên ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Çetlî yê rojavayê Dirbêsiyê, Xanîka yê navçeya Amûdê, Til Zîwan ê rojhilatê Qamişlo û eniyên şer li navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirgan bi hawin û moşkan topbaran kirin.

Şêniyên herêmê ji êrişên domdar li dijî gundên sînor û bêdengiya li hember wê, nerazî ne . Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Remadan wiha got: “îro em li ser dengê topên dewleta Tirk ku gund û bajarên me bi zanabûn topbaran dike, şiyar bûn.”

Remadan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û wiha axivî : “Lê ji beriya çenda mehan em xwe amade dikin da ku axa xwe biparên û ji dagirkeriyê re nahêlin. Em amede ne li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şer bikin.”

Welatiyê bi navê Emar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze wan koçber bike, lê ew malên xwe jê re nahêle. Xelîl wiha domand: "Topên wê me natirsînin, ji ber ku me soz daye xwe û şehîdan ku destkeftiyên wan biparêzin û tevahî axên dagirkirî rizgar bikin."

Welatiyê bi navê Fadil Sîdo jî da zanîn ku eger dewleta Tirk çi bike, ew axa xwe bernadin û amade ne ku axê biparêzin.

(dm)

ANHA