​​​​​​​Berhema wênekêş Alan Roj li Moskovê xelata sêyemîniyê wergirt

Di pêşangeha navneteweyî ya li Galeriya Tretikovskayê ya li Moskovê de berhema wênekêşê ji Rojavayê Kurdistanê Alan Roj a bi navê ‘Çavên Zarokekî ji Şengalê’ xelata sêyeminîyê wergirt.       

​​​​​​​Berhema wênekêş Alan Roj li Moskovê xelata sêyemîniyê wergirt
8 tebax, 2022   09:01
MOSKOV 

Li Galeriya Tretikovskayê ya Moskovê ya paytexta Rûsyayê di 7’ê Tebaxê de merasîma bidawîbûna Pêşangeha Hunera Hemdem a Navneteweyî pêk hat. Pêşangeh bi piştgiriya Şaredariya Moskovê, Yekitiya Hunermendan a Rûsyayê, Yekitiya Hunermendan a Ewrasyayê, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rûsyayê hate organîzekirin.

Ji Rûsya, Sûriye, Îsraîl, Çînê, Swêd, Ermenistan, Qazaxistan, Azerbêcan û gelek welatên din nêzî hezar berhemên wênekêşiyê beşdarî pêşbirka vê pêşangehê bûn. Li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Federasyona Rûsyayê jî wênekêş Alan Roj bi berhema xwe ya bi navê "Çavên Zarokekî ji Şengalê" di pêşbirkê de xelata sêyemîniyê wergirt.

Hunermendê Alan Roj di pêşangeha navneteweyî ya li bajarê Petersburg ê Rûsyayê de jî bûbû duyemîn û fotografên wî li Moskovê û çend bajarên din ên Rûsyayê hatibûn pêşandan.

Taybetmendiya berhemên Alan Roj ew e ku bi dîmeneke biçûk û kêliyekê di cih de, geh çavên zarokekê, geh ken û awirên jinekê, geh rûyê kal û pîrekê bi hostetî dikare behsa rewşa herêmê û alozî û serpêhatiyên wê bike.

ANHA