Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê carek din benzîn biha kir

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa biryara hikumeta Şamê ya bilindkirina nirxê benzînê, xitimîna siyasî li Iraqê û rewşa Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê carek din benzîn biha kir
8 tebax, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

HIKUMETA ŞAMÊ JI NIŞKÊ VE BENZÎN BIHA KIR

Di kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Piştî rakirina nirxê benzînê bi rêjeya ji sedî 130, welatiyên Sûriyê bi kêmkirina parên benzînê di her cara dagirtinê de mat man, ku ji 25 lîtreyan daxistin 20 lître. Biryara bilindkirina nirxê benzînê roja yekşemê ket meriyetê. Bi vê yekê, êdî nirxê benzînê li Sûriyê ji nirxê cîhanî jî zêdetir e û lêçûna mehane ya benzîna erebeyan ji mûçeyên karmendên hikumetê jî bilindtir e.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a girêdayî hikumeta Şamê biryarek da, li gorî wê buhayê her lîtreyek benzîna oktan 90 ku li gorî kartên elektronîk tê wergirtin, ji hezar û 100 lîreyê kir 2 hezar û 500 lîreyê Sûriyê. Her wiha buhayê oktan 90 ji 3 hezar 500 lîreyê kir 4 hezar lîreyê Sûriyê.

Hin çavkaniyên ji hikumetê, kêmkirina zirarên mezin di hevsengiyên petrol de, misogerkirina qutnebûna benzînê yan kêm peydakirina wê ji ber cezayên aborî yên li ser Sûriyê ku gihaştina petrol ji Îranê asteng dikin, wekî sedemên bilindkirina nirxê vê madeyê nîşan da.

Li gorî raporên aborî yên fermî, hikumet nikare kirîna ji derve fînanse bike, her wiha êdî nikare siyaseta piştevaniya sotmeniyê dewam bike, ku li ser budçeya giştî êdî barekî mezin e. Hikumeta hewl dide vê yekê bi rêya biryarên bi vî rengî derbas bike, ligel şert û mercên aborî û jiyanî yên dijwar ku di demsalên Havîn û Zivistanê de ji ber bikaranîna zêde ya madeyên enerjiyê, xirabtir dibe.

Ji ber biryara bilindkirina nirxê benzînê tevgera li sûkan hema bêje bi temamî rawestiyaye. Êdî tevgera şênaiyan li girîngtirîn sûkên gelêrî yên li paytextê nayê dîtin. Ev yek di demekê de tê daxwaza li ser benzînê zêdetir dibe, ji ber qutbûna kehrebeyê bi saetên dirêj ku li hin herêman di rojê de digihêje 20 saetan, bilindbûna pileyên germahiyê ku digihêje zêdetirî 44 pileyî li piraniya herêman. Ev yek dihêle ku xelk ji bajaran berê xwe bide gundên çiyayî û herêmên beravê, ji bo wê jî pere û benzîn pêwîst e. Nirxê lîtreyê benzînê li sûka reş di navbera 6- 8 hezar lîreyê Sûriyê de ye (her dolarê amerîkî biqasî 4 hezar û 200 lîreyê Sûriyê ye).”

SEDR DIXWAZE ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ SOZA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT BIDE

Rojnameya El Ereb jî behsa rewşa Iraqê kir û wiha nivîsî: “Serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr hevîdtinên bi berpirsê dan û standinan ê Çarçoveya Hemaheniyê serokê Hevbeniya Fetih Hadî Amirî re, red dike. Sedr dixwaze beriya wê Çarçoveya Hemaheniyê soz bide ku dê hilbijartinên zagonsaz ên pêşwext li dar bixe. Ev gav dibe ku rewşa Iraqê kûrtir bike.

Çarçoveya Hemaheniyê, Hadî Amirî ji bo dan û standinên bi Muqteda Sedr re ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya Iraqê, erdkar kiribû.

Sedr banga jihevxitina parlamantoyê û lidarixstina hilbijartiên pêşwext dike û wekî şertekî ji bo bidawîkirina xwepêşandanên alîgirên xwe datîne, ku ji beriya zêdetirî hefteykê ve li qadên parlamantoyê didomin.

Sedr êvar şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku jihevxistina parlamantoyê êdî daxwazeke gelêrî û siyasî ye.

Çavdêr dibînin ku xistina tevgerê ya alîgirên Sedr, kaxiza dawîn a Muqteda Sedr li hember hevrikên xwe yên Çarçoveya Hemahengiyê ye, bi taybet serokê Hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî Malikî. Çavdêr her wiha destnîşan dikin ku derfetên serkeftina pêkanîna vê kaxizê û ferzkirina rewşeke defakto bi rêya lidaxistina hilbijartinan, êdî wek hev in.”

LI PAYTEXTA LÎBYAYÊ ARAMÎ HEYE

Rojnameya El Beyan der barê rewşa Lîbyayê de nivîsî: “Aramî vegeriya paytext Terablusê, şahidan jî tekez kir ku karwanên leşkerî û di nav de panzer, ji bajarê Zentan gihaştine Terablusê.

Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed Menfî û cîgirên wî Ebdullah El Lafî û Mûsa El Kewnî duh bi serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemdî El Debîbe û serokê Serfermandariya Giştî Mihemed El Hedad, endamên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş (5+5), fermandarên herêmên leşkerî, têkoşîna dijî terorê, pasdarên serokatiyê, îstixbarat û serokê Desteya Operasyonan re, civiyane.

Li gorî nivîsgeha ragihandinê ya Meclisa Serokatiyê, di hevdîtinê de geşedanên leşkerî, rêgeha karê Komîteya Leşkerî ya Hevbeş, xebatên yekkirina saziya leşkerî, şopandina berdewamkirina agirbesê, parastina jiyana sivîlan û mayîndekirina îstiqrarê, hatine nîqaşkirin.

Li gorî çavkaniyên rojanmeyê, di civînê de rewşa ewlehiyê û leşekrî li Terablusê piştî şerên hefteya borî, parçebûna di navbera milîsên çekdar ên li herêma rojava wekî bandora parçebûna siyasî, metirsiyên cidî yên li ser vegera şer li Terablusê di navbera komên alîgirên hikumeta El Debîbe û yên alîgirên hikumeta Başaxa hene. Tê çaverêkirin ku demeke piştre biryarên girîng di vê der barê de bên girtin.”

(cx)